Silêman Cafer: Hikumeta Iraqê berpirsa êrişên li ser Şengalê ye

Endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Silêman Cafer diyar kir ku hikumeta Iraqê berpirsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê ye û got:"Em destekdayîna Kazimî ya ji êrişê re dûr nabînin."

Balafireke artêşa dagirker a Tirk roja duşemê navenda bajarê Şengalê bombebaran kir, di encamê de ji fermandarên YBŞ`ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda gihaştin asta şehadetê û 3 sivîl jî birîndar bûn. Duh jî li Nexweşxaneya Sikeniyê ya Şengalê da û sivîlên ku dixwastin birîndar û şehîdan derxînin hatin bomberankirin.

Têkildarî mijarê endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Silêman Cafer ji ajansa me re behsa siyaseta dewleta dagirker a Tirk a li Başûrê Kurdistanê kir û bêdengiya hikumeta Iraqê ya li  hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir.

Cafer destnîşan kir ku hedefkirina fermandarê YBŞ`ê Seîd Hesen û hevrêyên wî bi plan bû ku hemwextî salvegera komkujiya Koço û bîranîna şehîd Mam Zekî Şengalî pêk hat.

Cafer bal kişand ser serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji Şengalê re û got: “Balafira Tirkiyê sed kîlometre derbas kir û herêma Şengalê kir armanc, û vê yekê hişt ku gumanên me çêbibin, li ser vê em bang li hikumeta Iraqê dikin ku helwesta xwe ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî serweriya Iraqê eşkere bike.”

Silêman Cafer da zanîn ku destên Kazimî di êrişê de heye yan jî agahiyên wî ji hedefgitina bazara kevn a herêma Şengalê re hebû.

Cafer komkujiya ku çeteyên DAIŞ`ê 2014`an li dijî civaka êzidî ya Şengalê pêk anî bi bîr xist û got: ” Dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK`ê reviyan û bi vî awayekî rê li pêşiya çeteyan vebû ku li dijî êzidiyan komkujiyan pêk bînin.”

Endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Silêman Cafer eşkere kir ku şehîd Seîd Hesen dema komkujiya li dijî Şengalê tev li nava refên şervanan bû û cihê xwe di eniyên pêş de girt û wiha axaftina xwe domand: “Da ku li hemberî komkujiya li dijî êzidiyan bisekine û ji bo doza gelê xwe biwefedarî tevgeriya. Şehîd Seîd Hesen ji kesayetên ne ji rêz bû.”

Cafer îşaret bi hevaltiya xwe û şehîd Seîd Hesen kir û got:”Ji sala 2004`an ve ji hevalên min ên herî nêz bû, dewleta Tirk her tim hewl dide kesayetên navdar ên civaka êzidî bike armanc û meha Tebaxê veguherîne meha fermanên li dijî êzidiyan.”

Cafer îşaret bi siyaseta dewleta Tirk kir ku hewl dide di şexsê civaka êzidî de gelê Kurd bike armanc û ev li gotina xwe zêde kir: “Her komkujiyeke ku li dijî civaka êzidî pêk tê dibe sedem ku gel hîn zêdetir xwe bi rêxistin bike, ji ber ku hêza xwe ji şehîdên xwe werdigirin û tune nabin.”

Endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Silêman Cafer bang li rêxistinên navneteweyî û civata navneteweyî kir helwesta xwe ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî civaka êzidî eşkere bike û hesabên sûcên dewleta Tirk li erda Iraqê û Sûriyê pêk tîne jê bixwaze.

ANHA

Show More
Back to top button