Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend

Şengalî nahêlin ku leşkerên di çarçoveya peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatiye îmzekirin li ser sînor hatine bicihkirin bi pêş ve biçin. Dayê Şemê ya li dijî leşkerên Iraqê bû remza berxwedanê got: “Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe”

Sekin û berxwedaniya Jinên Şingalê li hemberî zordarî, bê edaletê û zilma li hemberî civaka me ji aliyê çar aliyê cîhanê ve bi mereq û eleqeyek mezin tê şopandin. Jina Şingalê ya berxwedêr di rojeva ajansên cîhanê de ye. Vêcarê di şexsê dayîkek me behsa wêrekî û berxwedaniya Jinê tê kirin. Yêk ji wana ajansa Mezopotamya ye. Em vê nuçê bi were bêyî biguherinek bikin pêşkêşî we dikin…

Artêşa Iraqê duh bi şev di çarçoveya peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de ku li ser Şengalê hatiye îmzekirin, hêzek leşkerî li derdora gundê Gir Zerik ê girêdayî Til Êzer bi cih kir. Fremandar û leşkerên artêşa Iraqê di nav van leşkeran de cih digirin. Xelkê Şengalê li ber bicihkirina artêşê rabû û destûr neda leşker bikevin gund. Ji duh bi şev ve xelkê gund li ser pêya û li ber xwe dide. Car carnan di navbera xelkê gund û leşkeran de rageşî qewimî. Şengalî dibêjin hêzek ku wan li dijî DAIŞ’ê neparastiye naxwazin werin axa wan dagir bikin û dixwazin artêşa Iraqê paş de vekişe.

Artêşê dixwaze xeta ji gundê Siba dirêjî heta Koço dibe û hewl dide bikeve qadên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û van gundên ereb û êzidiyan ên li vê deverê bixe bin kontrola xwe. Li ser vê hewldanê Nûnerên Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê, hêzên YBŞ’ê û Asayîşa Şengalê bi xelkê re ketin tevgerê û ragihandin heke artêş bi pêş ve biçe wê muaxile bikin.

Her çiqas di navbera fermandarên artêşa Iraqê û fermandarên YBŞ’ê û nûnerên Meclîsa Şengalê de ji bo çareserkirina kêşeyê hevdîtin hatin kirin jî lê xelkê Şengalê destnîşan dike ku ew ê bi tu awayî destûr nedin artêş derbasî nav axa wan bibe.

Hêzên artêşê car carna mudaxileyî rojnamevanan jî kir û xelkê bertek nîşanî vê yekê da.

Şengalî li dijî hewldanên artêşê berxwedana xwe didomînin û şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê ji bo parastina axa xwe bedelên giran dane.

SEMBOLA BERXWEDANÊ DAYÊ ŞEMÊ

Dayê Şemê ya kul i dijî hewldana artêşa Iraqê bû remza berxwedanê, li gelek cihî bi tena serê xwe derbasbûna leşkeran asteng kir. Dayê Şemê ya ji leşkerên Iraqê re bûye bend, bi erebî li dijî leşkeran dengê xwe qîr dike û wiha bertek nîşanî wan dide: “Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe.”

ÇAVKANÎ: NAZİM DAŞTAN-AJANSA MEZOPOTAMYA

Show More
Back to top button