Rêveberiya Xweser A Şengalê Banga Tevlîbûna Meşa Sibe Kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo meşa sibe ya li dijî êrişên li ser Şengalê û xwedîderketina li şehîdan ev bang kir: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo xwedîderketina têkoşîna şehîdan û ji bo hesabxwestina ji dijmin beşdarî vê meşê bibin. Hêz û îradeya xwe, hêrs û kîna xwe nîşanî dost û dijmin bidin."

Sibe ( 01’ê Adarê), saet 14:00’an de li gor dema Şengalê li ber seytereya Şehîd Êzdîn a Asayîşa Êzîdxanê ya li Xanesorê ber bi Seytereya Muşterek a di navbera Xanesorê û Behreva li dijî êrişan meşek were lidarixstin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna meşê kir.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye: “Di 27’ê Sibatê de li gundê Behreva ya komalgeha Xanesorê, fermandarên me yên hêja Seed Elî Bedel ( Pîr Çeko ) û Xêrî Xidir Xelef ( Agir Cefrî ) di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketin. Bi dehezaran Şengalî bi merasîmeke bi heybet fermandarên xwe yên qehreman spartin Çiyayê Şengalê.

Ev êrişên li dijî fermandarên me yên pêşeng berdewama dîroka fermana ye, ev êrişên qirkirinê ne ku bi destê dewleta tirk a dagirker û bi hevkariya PDK’ê li ser civaka Êzidî têne meşandin. Ev êrişên li ser bîr û baweriya me ya qedîm a Ezdatiyê ne. Di şexsê fermandarên me yên pêşeng de êrişên li ser civaka me ne. Lazim e her kesek Êzidî û gelên Şengalê van êrişan li ser xwe bihesibîne û li gor wê xwedî biryar û helwest be.

Civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê îro bi erka xwe rabûn û bi merasîmeke layiqî şehîdên nemir, ew spartin axê. Civaka Êzidî car din nîşanî dost û dijmin da ku ew li peyî şopa şehîdên Êzîdxanê ye. Me fermandarên nemir ên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî bi soza tolhildanê û azadiya Êzîdxanê spartin axê. Em careke din soz didin ku ji bo pêkanîna xeyalên hemû şehîdan emê têkoşîna xwe ji her demê zêdetir bilind bikin.

Em baş dizanin ku civaka Êzidî bi şehadeta her du fermandarên pêşeng, dilêş e. Lê xwedîderketina şehîdan tenê bi rondikan çênabe. Pêwîst e ji her demê zêdetir em têkoşîna Şengala xweser û azad bilind bikin. Li ser vê esasê em bang li hemû civaka Êzidî, hemû pêkhateyên Şengalê, dost û xwêrxwazên Êzidiyan dikin ku rabin ser xwe.

Sibe ( 01’ê Adarê), saet 14:00’an de li gor dema Şengalê emê li ber seytereya Şehîd Êzdîn a Asayîşa Êzîdxanê ya li Xanesorê kom bibin û ji wê derê ber bi Seytereya Muşterek a di navbera Xanesorê û Behreva bimeşin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo xwedîderketina têkoşîna şehîdan û ji bo hesabxwestina ji dijmin beşdarî vê meşê bibin. Hêz û îradeya xwe, hêrs û kîna xwe nîşanî dost û dijmin bidin.”

Şengal

Show More
Back to top button