‘Ciwan divê li dijî dagirkeriyê tekoşer be’

Ciwanên me li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelên Bindest Abdulah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li ser Garê meşiyan. Ciwanan diyarkirin divê li hemberî hemû êrişên dagirkeriya dewleta Tirk, ciwanên me divê ji bo parastina destkeftiyên Şengalê amade bin

https://www.youtube.com/watch?v=KzOax9kUBs4&feature=emb_logo

Meşa ku di saetên êvarê de bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwan ên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) pêkhat, li taxa Heyî Nesir a Şengalê destpê kir heta ber navenda Asayîşa Êzidxanê berdewam kir. Di meşê de gelek ciwanên Êzidî amade bûn. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Garê” gotin.

Piştre li ber navenda Asayişa Êzidxanê çalakvan kom bûn û li ser navê YCÊ û YJCÊ’ê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê YCÊ’ê Xemgîn Şengalî ve hate xwendin de, di serî de komploya 15’ê Sibatê hate Şermezarkirin û berxwedana gerîla ya li Garê hate silav kirin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de da zanîn êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Garê û li ser Şengalê berdewamiya komploya 15’ê Sibatê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Êzidî hate kirin ku xwedî derketina li Êzidxan û xwedî derketina li Gare xwedî derketina li azadiya Rêber Apo ye.

Yek jî ciwanên tevlî meşê bû yê bi navê Miskîn Xêro ji jinnews re wiha axivî: “Em weke jinên ciwan îro ji bo piştgiriyê bidin şervanên azadiyê, em dimeşin. Em her tim dibejin ku wê şervanên me bi ser kevin û serkefin hertim ya gelên azadîxwaz e. Dewleta Tirk çawa xwest Efrin û Rojava tune bike niha jî dixwaze Şengalê tune bike. Lê em xelkê li vir dijîn tu carî li hember vê yekê bêdeng nabin û em ê li ber xwe bidin. Her wiha em ê piştgiriyê jî bidin şervanên Rebêr Apo. Em dixwazin gelê me rabê ser xwe û li diji van plan û gefan derkevin. Em weke ciwan çi ji destê me bê em amade ne.”

Show More
Back to top button