‘Bila Êzidî vegerin ser axa xwe û bi hevre cejnên xwe pîroz bikîn’ 

Gelê Êzidî bi hatina Biharê re amadekariya Cejna Çarşema Serê Salê dikin. Bi boneya vê cejnê şeniyên Gohbel hêviyên xwe anîn ser ziman û gotin: “Xwesteka me ewe ku gelê Êzidî bi munasebeta cejna çarşema serê salê bibin yek û cejna xwe bihevra pîroz bikin.”

Li gorî baweriya Êzîdiyatî di meha Nîsanê de cîhan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê gelê Êzidî meha Nîsanê pîroz dihesibînin. Gelê Êzidî di meha Nîsanê de her sal bi rê û resmên xwe re pêşwaziya sala nû dikin. Bi boneyê cejna Çarşema Sor gelê Êzidî her sal hêk dikelînin û bi rengênn xweza re hekan dixemilînin. Heman demî her mal bi deriya malên xwe ve gulên sor datînin.

Cejna Çarşema Sor an jî Cejna Serê Salê ji aliyê Feqîra ve û ji aliyê Mîladî ya Babê Şêx ve wek du şahiyên cûda pêktên. Îsal Çarşemba Serê Nîsanê ya Feqîran roja 6’ê Nîsanê hate pîroz kirin. Wê Çarşema Serê Salê ya li gorî Babê Şêx mîladî di 20’ê Nîsanê de li seranserî Êzidxanê were pîrozkirin.

Gelê Êzidî xwe ji serê meha Nîsanê ve ji bo vê pîrozbahiyê amade dikin.

Dayîka bi navê  Zozan Şengali jî cejna çarşema serê salê li hemû Êzidiyan pîroz kir û got: “Em wek dayîkên Şengalê amadekariya cejna çarşema serê salê dikin. Em hêvîdarin kû ev cejin ji bo me hemûyan xêr û xweşiyê bîne.”

Zozan Şengalî behsa amadekariya cejnê kir û got: “Di vê cejnê de em hêka bi rengên cûr be cûr dixemilînin. Gerdûn ava bû û dûre cemidî, em jî ji ber vê yekê di vê cejnê de hêka dikelînin. Roja çarşema serê salê em gûlên sor li pêşiya derî xwe ve didaliqînin.”

Hêviya gel a îsal

Yek ji şeniyên Gohbel Omer perso hêviyên xwe ji sala nû anî ser ziman û wiha got: “Li gorî baweriya Êzidiyatî yê di cejna çarşema serê salê de sal digihûre. Em hevî dikin ku ew cejin ji bo gelê me xêr bîne û bibe munasebeta îtifaqê. Em dixwazin îsal di Iraqê de îtifaq û pêşdeçûyîn çêbibe. Hêviyên me ewe ku îsal xêr û xweşî derbas bibe.”

Dayîka Sêvê Şengalî jî behsa amadekariya cejnê kir û wiha axivî: “Em jî amadakeriya cejna çarşema serê salê dikin. Di vê rojê de hêk bi rengên xwezayê têne xemilandin, kulîlkên sor bi deriyê malê ve têne daliqandin. Em hêvî dikin ku sala nû gelê me xêr û xweşî derbas bikin. Vê cejnê li giştî Êzîdiyan pîroz dikin.”

Sêvê bang li gelê Êzidî kir û got: “Xwesteka me ewe ku gelê Êzidî bi munasebeta cejna çarşema serê salê bibin yek û cejna xwe bi hevra pîroz bikin.”

Şeniyên Gohbel a bi navê Xidir Xelef jî banga vegera gelê Êzidî kir û got: “Bangawaziya me ji bo gelê Êzidî ewe ku vegerin ser axa xwe û em cejnên xwe li ser axa xwe, bi hevra pîroz bikin.”

ADAR AVESTA- ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button