Serokê Encûmena Eşîrên Mezopotamyayê: Aliyên siyasî rê li vegera penaberên Şengalê digirin 

Serokê Encûmena eşîrên Mezopotamyayê Şêx Muhsîn Beyatî diyarkir ku divê lijneyek bilind ji bo vegera malbatên penaber ên Şengal û Telehferê were pêkanîn û got; “Ji ber penaberbûna xelkê herêmê bi milyonan donum zevî bê çandinî maye, divê ji bo carek din girîngî bi çandiniya Şengalê bê dayîn xelk veger Şengal û Telehferê. Lê hinek aliyên siyasî rê li vegera wan digrin.”

Serokê Encûmena eşîrên Mezopotamyayê ya li Nînovayê Şêx Muhsîn Beyatî derbarê astengiya aliyên siyasî ya li ber vegera penaberan a ji bo herêmê ji Rojnews re axivî.

Şêx Muhsîn Beyatî got ku Şengal û Telehfer çavkaniya xureka Iraqê ne, lê aliyên Herêma Kurdistan û Hikumeta navendî rê li vegera penaberan digrin.

Muhsîn di dewamê de bang li hikumeta Iraqê kir; “Pêwîste lijneyek bilind ji bo vegera penaberên Şengal û Telehferê were pêkanîn. Ji ber ku her du herêm çavkaniya xureka Iraqê ye û bi çandinî û lawirvaniya xwe nav û dengin. Ji ber penaberbûna xelkê herêmê bi milyonan donum zevî bê çandinî maye. Yanî heya kengê xelkê Şengalê di penaberiyê de bin, herêma parêzgeha Nînovayê wê ji sedî 50 çol be. Niha niştecihên 55 gundan bi temamî penaberbûne û kes têde nîne. Em dizanin aliyên li Herêma Kurdistan û Hikumeta Navendî ya Iraqê rê li vegera penaberan digrin. Ji bo vê pêwîste lijneyek ji bo vegera penaberan were pêkanîn û dest bi çandinî û karên xwe bikin.”

Muhsîn di dewamê de got ku beriya niha Şengal di warê hilberîna hêjîr û zeytûnan de li Iraqê di asta yekem de bû, lê îro ti xurekek li Şengal û Telehfer nayê dîtin. Muhsîn dibêje; “Ji ber ku xelkê dev ji bax û baxçeyê xwe berdane û penaberbûn tiştek nayê hilberîn. Herwiha bêkarî jî zêde bûye, lê bi vegera penaberan ya ji bo herêmê wê derfetên kar ji sedî 50 zêde bibe.”

Di dawiya axaftina xwe de Şêx Muhsîn got; “Hinek aliyên siyasî taybet rê li vegera penaberan digrin, bang li wezîran dikim da ku rê nedin kes rê li vegera penaberan bigirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button