5. salvegera damezirandina Asayîşa Êzidxanê hate pîrozkirin

Li bajarokê Xanesorê  ya Şengalê 5. salvegera damezirandina Asayîşa Êzidxanê hate pîrozkirin. Di merasîmê soza parastina Şengalê û pêkanîna ewlehiya herêmê de hate dayîn.

Li Şengalê di 14’ê Tîrmeha 2016’an de ji bo ewlehiya hundirin cara yekemîn Asayîşa Êzidxanê hate avakirin. Di nava van 5 salan de li tevahiya Şengalê hêzên Asayîşa Êzidxanê navendên xwe vekirine û ewlehiya herêmê pêk tîne.

Bi boneya 5’emîn salvegera damezirandina Asayîşa Êzidxanê li bajarokê Xanesorê  ya Şengalê bi amadebûna sedan endamên asayîşê, sazî û rêxistinên civaka Êzidî merasîmek hate lidarxistin.

Merasîmê bi torenek leşkerî û deqeyek rêzgirtina ji bo rihê şehîdan destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Elî Hisên axivî û got: “Ev hêza me di demekî de hate avakirin ku ti kesî xwe ji bo parastina civaka Êzidî berprsiyar nedidît. Me wek zarokê Şengalê biryar da, em xwe bi xwe parastina xwe bikin.  Ji bo hêza me tine bikin, ji roja ku ev hêz hatiya avakirin heta  nihe rastî gelek komployan hatiya.  Em wek asayîşa Êzidxanê gelê xwe piştrast dikin kî dibe bila bibe wê ti kes nekaribe îradeya me tine bike. Her kesekî bixwaze   destdirêjiyê li ser îradeya me bike ewê hêza asayîşa Êzidxanê li pêşiya xwe bibîne. Çawa beriya nihe me soz daya emê gelê xwe bi parêzin ji nihe û şûn de jî em wê sozê dûbare dikin. Em  gelê xwe piştras dikin, emê  Şengalek ewle pêşkêşî gelê xwe bikin.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê jî Heso Îbrahîm axivî û di serî de 5’emîn salvegera damezirandina asayîşê li tevahiya gelê Êzidî pîroz kir û got : “Niha dixwazin vê hêza me tine bikin. Bi taybet peymana 9’ê Cotmehê, planek bû ku hêza me tine bikine bû, lê bila her kes binêrin ka çawa îradeya gelê me bi ser ket. Ev peyman me vala derxist. Her biryarek bêyî raya me bê dayîn, wê hêza gel li hember xwe bibîne.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Saleh Êzdin û li ser navê Fermandiya YBŞ’ê Çeko Şengalî axivin û salvegera damezirandina Asayişa Êzidxanê pîroz kirin.

Piştî ku şîranî li kesên amade hate belavkirin merasîm bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button