Li Şengalê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn-Hate Nûkirin

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, balafirek bê mirov û bi çek, li nêzî gundê Behrava ya Şengalê wesayîtek kiriye hedef. Tê gotin 3 kes birîndar bûne.

 

Li Şengalê dijî wesayîtek êrişek hewayî pêkhat, gorî agahiyên hatine bidest xistin êriş di saet 11:40’î de li gundê Behrava yê navçeya Xanesorê ya Şengalê pêkhatiye.

Gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama êrişê de 3 kes birîndar bûne û rewşa birîndaran girane û rakirine nexweşxaneyê

Show More
Back to top button