Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê: Dewleta Tirk êrişê yekîtiya gelan dike

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Rîham Hesen aloziyên van demên dawiyê yên li Sûriye û Kerkûkê rû didin weke fitneyê binav kir û got: “Herêmên bi fikra Rêber Apo xwe rêxistin kirine di hedefa dewleta Tirk û hevkarên wê de ye. Emê weke Rêveberiya Xweser ya Şengalê li dijî her cûre plan û fitneyan bisekinin, rê nedin gelê me bibe qurbanê tu planên herêmî û navxweyî.”

Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan roja 22’yê Tebaxê bi serdanek fermî gihişt Bexdayê û piştre  jî serdana Hewlêrê kir. Di serdana xwe de Fîdan li gel berpirsên hikûmeta Iraqê, partiyên siyasî û Barzaniyan re civiya. Li ser serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan, êrîşên li dijî gerîla û berxwedana li dijî dagirkeriyê, geşedanên li herêmê, hilbijartin û vegera xelkê Şingalê Hevseroka Desteya Rêveber ya Şingalê Rîham Hesen  ji ajansa me re axivî.

‘Dewleta Tirk li Hember Berxwedana Gerîla Têk Çû’ 

Rîham Hesen serdana Hakan Fîdan ya ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi têkçûna dewleta Tirk ya li beramber berxwedana gerîla ve girê da û got: “Dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîla têkçû û nikare pêşde biçe. Ji ber vê pêwîst dît ku dest bi hevdîtinan li gel rayedarên Iraqê û PDK’ê bike, ji bo piştgiriyê bixwaze û êrîşan berfirehtir bike.’

‘Hêrêmên ku bi Fikra Netewa Demokratîk Xwerêxistin kirine di Hedefê de ne’

Rîham da zanîn herêmên ku xwe li ser fikra Rêber Ocalan rêxistin kirine jî di hedefa dewleta Tirk û hevkarên wê de ye û wiha pêde çû: ‘Li herêmên ku yekîtiya gelan pêşketiye, gelên herêmê xwe bixwe birêve dibin, yên li ser fikrên Rêber Apo ya netewa demokratîk bûne xwedî îrade niha di hedefa dewleta Tirk û hevkarên wê de ye. PDK jî bi her aliyekî piştgiriyê dide van êrîşên dewleta Tirk. Ji Şengal heta Wargeha Mexmûr, Rojava û Kerkûkê herêmeke berfireh di hedefa wan de ye. Berê DAIŞ tevî piştgiriya dewleta Tirk jî bi taybet êrîşê van herêman dikir, lê nekarî serbikeve. Niha dewleta Tirk bixwe ketiye tevgerê û dixwaze serweriya xwe li ser van herêman berfireh bike. Lê gelên herêmê wê bi yekîtiya xwe van planan têk bibin.’

‘Dewleta Tirk Yeketiya Gelan Dike Hedef’

Rîham Hesen bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser yekîtiya gelan û wiha axivî: ‘Xwestin li Şengal, Rojava û bi taybet jî li Dêrazorê fitneyê derbixin û alozî bixin di nava êl û eşîran de. Bi vê yekê jî xwestin ew yekîtiya gelan ya li Rojava pêşketiye û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lewaz bikin. Lê berxwedana gelên Rojava û hêzên wê yên parastinê ev pîlana wan neçû serî. Em weke civaka Êzidî û xelkê Şengalê jî xwe di hedefa van pîlanên dewleta Tirk de dibînin. Lê amadekariya me li hember her cûre pîlanên nû heye. Me xwe bi felsefeya Rêber Apo rêxistin kiriye û soz daye li hember her cûre êriş  û pîlanan gelê xwe biparêzin. Ruhê welatparêziyê zindiye û hêviya serkeftinê di çavê herkesê de tê dîtin. Ji ber vê ne mûmkîne ev planên xistine meriyetê, li herêmê serbikevin.’

‘Emê gelê xwe bînin astekî êdî nebin qurbanê ti pîlanên herêmî û navxweyî’

Li ser amadekarina gel ji pêvajoyê re jî Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Rîham Hesen îşaret bi xalên girîng kir û got: ‘Civaka Êzidî her tim ji bo parastina bîr û baweriya xwe, berxwe da ye. Weke Rêveberiya Xweser jî em amade ne, gelê xwe ji her cûre êrîşî biparêzin, bi şerê gel yê şoreşgerî serkeftinê bidest bînin û gelê xwe bînin astekî êdî nebin qurbanê tu pîlanên herêmî û navxweyî.

‘PDK Xizmetê ji Civaka Me ya Êzidî re Nake’

Rîham Hesen di dawiya axaftina xwe de bal kêşa li ser hilbijartinên parêzgehan û ev hişyariyane kir: ‘Dixwazin di bin navê derxistina zagonên nû de planên xwe bi rêya hilbijartinê li ser gelê me pêk bînin. Divê gelê me di vê zanabûnê de be û li hember van planan hişyar be.Ev hilbijartin ji bo me girînge. Lê dixwazin di hilbijartinê de sûd ji koçberan bigirin. Vegera gel destpê kiribû, lê ji ber hesabên hilbijartinê ev veger careke din sekinî. Divê gelê me di ferqa van planên siyasî de bin û nebin qurbanî. Pêwîste bizanin PDK bi tu awayî xizmetê ji civaka me ya Êzidî re nake. Lê niha li Şengalê partiyên Êzidiyan hene, tifaq heye, bi hevgirtin kare xwe dimeşînin. Gelê me dikare bi vê rêyê bigihijin mafên xwe.’

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button