Duh li Sinûnê çi rû da?

Duh di encama êrîşa balafirên şer ên Tirk de Meclîsa Gel a Sinûnê û Kirtasiyeyek di nava bazar de hate hedef girtin. Di encamê de zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest da û 7 welatî jî birîndarbûn. Lê ragihandina şerê taybet a PDK’ê ji bo li ser komkujiya dewleta Tirk de bigire, yekser ragihand baregeha YBŞ’ê û Asayîşê hatiye bombekirin. MXDŞ’ê eşkere kir ku êrîş li Hewlêrê hatiye plankirin û Heyder Şeşo jî vê yekê bi awayeke sergirtî îtîraf kir.

Duh di navbera saet 10.11’ê nîvro de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk Meclîsa Gel a Sinûnê, Kirtasiye û dukanên derdorê hedef girt. Li gorî agahiyên fermî yên ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hatiye dayîn, di encama êrîşê de zarokek 12 salî yê bi navê Selah Nasir jiyana xwe ji dest daye, 7 welatî jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyê birîna hinek ji wan girane û li nexweşxaneyan tên dermankirin. Her wiha di êrîşê de peyamnêrê Çira Tv’yê jî birîndarbûbû.

Çi bû?

Dema êrîş li dijî Meclîsa Gel û bazara Sinûnê pêkhat, kesek ku nasnameya wî ne hate zanîn yekser dîmenek belav kir û îdîa kir, êrîş li dijî asayîşê pêkhatiye, gelek kuştî û birîndar hene! Piştî wê yekser ragihandina şerê taybet a PDK’ê ji bo li ser komkujiya dewleta Tirk bigire ragihand ‘li Meclîsa girêdayî YBŞ’ê hatiye xistin’.

Balkêşe Hêzên Dijî Teror yên girêdayî PDK’ê jî bilez û bez nûçeyê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebook’ê belav kir û îdîa kir ku êrîş li dijî baregeheke PKK’ê pêkhatiye ku, di rastiyê de ti hêzeke girêdayî HPG’ê li Şengalê nemaye.

Agahiyên ku di ragihandina şerê taybet de derketin û ya dijî Teror jî tijî nakokîbûn û her yek navê hêzeke leşkerî derbas dikirin. Lê ti ragihandineke şerê taybet behsa qetilkirina zarokan û lêxistina bazara Sinûnê û Kirtasiyê nekirin.

Heyder Şeşo îtîraf kir ew hevparê êrîşêbûne!

Heyder Şeşo’yê PDK’yî jî tevlî dezgeheke ragihandinê ya şerê taybet bû û bi awayeke sergirtî li xwe mikûr hat ku êrîş di encama îstîxbarata hevpar ya wan de li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û bazarê pêkhatiye. Di axaftina xwede yekser hêzên Şengalê hedef nîşan dide û dibêje, êrîş li ser agahiya ku civînek li wir birêve diçû pêkhatiye ku ev agahî ji aliyê dewleta Tirk ve jî ne hatiye weşandin!

PDK’ê komek kes yên xwe gel dida nîşan rêxistin kir

Hîn rewş li herêmê alozbû, komeke biçûk a ji çend kesan pêk dihat ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn rêxistinkirin, arasteyê ber asayîşa Êzîdxanê ya Sinûnê hate kirin û dest bi provakasyonan kirin. Ev hewldan jî gûmana para PDK’ê ya di vê komkujiya Sinûnê de heye, zêde kir. Lê ev hewldan ji aliyê şêniyên Sinûnê ve hate vala derxistin û rastî nerazîbûneke mezin a şêniyên Sinûnê hat. Her wiha Serok Eşîr û kesayetên Şengalê jî bi daxuyaniyekî êrîşê şermezarkirin û bang li saziyên eleqeder kirin, li dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bidin.

Daxuyaniya MXDŞ’ê cih ji gumanan re nehişt

MXDŞ’ê rojek piştî êrîşê daxuyaniyeke fermî derbarê êrîşa dijî Sinûnê de da û agahiyeke girîng parve kir.

Li gorî agahiya ku MXDŞ’ê bi raya giştî re parve kiriye, êrîşa dijî Sinûnê li Hewlêrê ji aliyê MİT û PDK’ê ve hatiye plankirin û ketiye pratîkê.

MXDŞ’ê bersiva hemû pirsên, ‘Gelo ev êrîş bi hevkariya çalak a PDK’ê pêkhat’ da û piştrast kir ku ev êrîşa dijî Meclîsa Gel a Sinûnê û bazarê, li Hewlêrê di encama civîneke hevpar de hatiye plankirin. Provakasyona PDK’ê ya duh jî parçeyeke girîng a vê planê bûye û xwestine gel li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê rakin.

Bêdengiya Hikûmeta Kazimî û Hikûmeta Barzanî ya li beramber êrîşên dijî Êzîdiyan!

Piştî êrîşê ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne parlementoya herêmê, ne saziyên mafê mirovan ên îdîa dikin mafê mirovan diparêzin, ne jî partiyên siyasî yên Başûr êrîşa dewleta Tirk şermerzar nekirin.

Hikûmeta Federal a Iraqê ya Mistefa Kazimî ku serperiştyarê peymana 9’ê Cotmehê ya Hewlêr-Bexdaye bêdeng ma.

Lê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya parlementoya Iraqê, hinek aliyên siyasî yên Şîe êrîşê şermezar kirin. Bi şermokî jî be nûnertiya NY ya Iraqê jî derbarê êrîşê de daxuyaniyekî da.

Bêdengiya saziyên fermî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê gûmanên, “Gelo ew jî hevkarê van êrîşên dijî Êzîdiyanin’ bihêz dike…

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button