‘Iraq Êzidiyan bi dewleta Tirk tehdît dike, PDK li pey planên nû ye’

Berdevkê Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo destnîşan kir ku gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên derbarê Şengalê de girîng in, lê divê hêzên navneteweyî êdî bi saziyên Êzidiyan re pêwendiyan pêş bixin. Herbo da zanîn ku hikûmeta Iraqê Êzidiyan bi dewleta Tirk tehdît dike, PDK jî planên nû li pey planên nû ye.

Serokomarê Franseyê Emmanuel Macron 28’ê Tebaxê ji bo ku tevlî lûtkeya welatên cîran a Iraqê bibe çûbû Bexdayê û 29’ê Tebaxê jî li Mûsilê çend serdan kiribûn. Macron di serdanên xwe de behsa Şengalê jî kiribû û gotibû ku ji ber êrîşên dewleta Tirk Êzidiyên koçber nikarin vegerin ser warê xwe.

Berdevkê Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo, derbarê serdana Macron, nirxandinên wî yên têkildarî Şengalê, pêvajoya hilbijartinên Iraqê û geşedanên li herêmê de ji Rojnews re axivî.

‘Wê li herêmê tevgera rêxistinên tundrew zêdetir bibe’

Faris Herbo bal kişand ser geşedanên li Afxanîstanê, bandora wan a li ser herêmê û got: “Piştî 21 salan a dagirkeriyê, Amerîka di 24 saetan de ji Afxanîstanê vekişiya, welat teslîmî tevgereke wekî Talîbanê kiriye. Guman heye ku Amerîka ji bo berjewendiyên xwe bi Talîban re peymanek çêkiribe. Careke din zelal bûye ku Amerîka ji bo berjewendiyên xwe, çi pêwist be wê wisa bike. Di siyaseta Amerîkayê de mafên civakê, zarokan, jinan ne esas in, berjewendiyên wê esas in. Desthilatdariya Talîbanê wê ji bo rêxistinên tundrew ên herême bibe zemîn.”

‘Dewleta tirk di civînê de heqaret li Iraqê kir’

Faris Herbo lûtkeya Bexdayê nirxand û got armanca esasî ya vê civînê ew bû ku Iraq, wekî demên borî yên dîrokî dîsa bibe navendeke Erebî û Îslamî, lê ji destpêka civînê ve kêmasî hebûn û wiha dom kir: “Beşdarbûna Serokomarê Fransî Macron xwedî wateyeke cûda ye. Di vê civînê de bi taybet welatên wekî Misir, Ûrdin behsa serweriya Iraqê, rêzgirtina xaka Iraqê kirin. Lê li navenda Bexdayê, di hizûra hemû welatên beşdar û Serokwezîrê Iraqê de nûnerê dewleta Tirk dibêje ewê operasyonên xwe li Iraqê berdewam bikin û heqareta dike. Her çiqasî bixwazin Iraqê wekî rojên berê bikin welatekî xurt jî, ev ji ber siyaseta Iraqê ya niha ne mimkun e. Bi vê hikumeta îro, bi vê siyasetê re, Iraq kirine otelek, kirine çayxaneyek. Kî tê dixwe, vedixwe, karê xwe dike lê dide û diçe.”

‘Gotinên Macron girîng in lê desteka siyasî pêwîst e’

Herbo axaftinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên derbarê Şengal û Êzidiyan de jî nirxandin û ev tişt anîn ziman: “Gotinên Macron ên têkildarî Şengalê girîng in, lê gotin têr nakin. Pêwîste vegera Êzidiyan a ser xaka wan rojevek sereke be. Divê desteka siyasî hebe û piştgiriya daxwaza Êzidiyan were kirin. Pêwîste di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, ji bo rê li ber êrîşên dewleta Tirk were girtin xebat were meşandin.”

‘Fransa dikare rol bilîze’

Herbo bibîrxist ku Franse yek ji endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî ye, mafê wê yê vetoyê heye, dikare li hemberî êrîşên dewleta Tirk jî gelek biryaran bigire û ev daxwazê kir: “Ji bo desteka siyasî û îdarî ku Êzidî mafê xwe bigirin, Fransa û dewletên din dikarin rol bilîzin. Em dixwazin alîkariya wan di van milan de çêbe.”

‘Divê hêzên navneteweyî bi saziyên Êzidiyan re têkilî pêş bixin’

Herbo têkilî û nêzîkahiya hêzên navneteweyî ya li hemberî Êzidiyan rexne kir û wiha dom kir: “Li ser navê Êzidiyan bi şexsan re têkiliyan pêş dixin. Eger bixwazin daxwazên civaka Êzidî guhdar bikin, divê bi saziyên ku parastina Êzidiyan dikin, daxwaza mafên Êzidiyan dikin re kar bikin. Bi şexsiyetan re karkirin, xizmeta Êzidiyan nake.”

‘Iraq û Herêma Kurdistanê nexwestin Macron serdana Şengalê bike’

Faris Herbo destnîşan kir ku Macron dixwest serdana Şengalê bike, lê hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê rê li ber vê serdanê girtiye û wiha axivî “Macron beriya niha soz dabû ku serdana Şengalê bike. Hat Bexdayê, ji wir derbasî Mûsil û Hewlêrê bû, serdana pêkhateyan kir, lê serdana Êzidiyan nehate kirin. Cihê Êzidiyan ji Mûsilê ne dûr e. Hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê naxwazin kesayetên wekî Macron, welatên wekî Fransa bikevin nav Êzidiyan û daxwazên wan guhdar bikin. Dema werin bibînin, ewê şerim bikin. Em dixwazin rê ji bo serdanên bi vî rengî neyê girtin.”

‘Ji bo vegerê divê êrîş werin sekinandin’

Herbo, axaftina Macron a wekî “Yek ji astengiyên li pêşiya vegera Êzidiyan êrîşên dewleta Tirk in” wekî ‘axaftinek rast’ binav kir û got: “Ji bilî wê siyaseta ku PDK û Hikumeta Iraqê dimeşîne jî dibe asteng ku Êzidî vegerin ser axa xwe. Divê ev êrîş were rawestandin ku xelkê me vegere. Bila hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê dest ji van polîtîkayên nerast berdin. Yên pêşiya xelkê digirin ew bi xwe ne.”

‘Dewleta Iraqê Êzidiyan bi dewleta Tirk tehdît dike’

Faris Herbo diyar kir ku her roj serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin û êrîşên 16 û 17’ê Tebaxê yên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Şengalê hatibûn pêkanîn, bibîr xistin. Herbo got: “Iraq karîbû bi gelek rêyan bersiva van êrîşan bida. Bang li sefîrê Tirk jî nekir. Ev tê wê wateyê ku dixwazin îradeya civaka Êzidî teslîm bigirin. Dibêjin ‘an hunê ya min qebûl bikin an jî ezê Tirka berdim ser we’. Ji xwe beriya niha ji me re gotin; ‘eger hun peymanê qebûl nekin, emê biçin bila dewleta Tirk were’. Ma dewletek gelê xwe bi dewletek din tehdît dike?’

‘Gotinên dayikan ji bo me talîmat in’

Herbo anî ziman ku hemû hesabên li ser Şengal û Êzidiyan tên kirin li berxwedana gel dikevin û helwesta civaka Êzidî ya li hemberî êrîşan wiha şîrove kir: “Eger dixwazin rihê berxwedanê, Êzdayetiyê bibinin, li dîmenên 17’ê mehê binêrin.  Bersiva Şengalê, helwesta dayikên Êzidî ya 17’ê Tebaxê ye. Siyaseta me, axaftina dayikan a 17’ê mehê ye. Daxwazên dayikan, daxwazên me ne. Tiştekî ku em li ser wan zêde bikin nîne. Di bin êrîşan de gotin ‘em îradeya xwe teslîm nakin, em fedayiyên Tawisê Melek in.  Serê me hemûyan biçe em sira xwe nadin, em dest ji doza xwe bernadin’. Em şopdarên wan gotinan in, ew gotin ji bo me talîmat in.”

‘Em paş ve gav navêjin’

Herbo da zanîn ku ew girêdayî biryarên kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku 23-24’ê Tîrmehê pêk hatibû ne û wiha berdewam kir: “Mafên civaka Êzidî yên siyasî, îdarî, aborî û ewlekariyê hene, misogerkirina van mafan pîvana me ya jiyan û azadiyê ye.  Em ji wan biryaran gav paş de navêjin. Ev jî mîsogerkirina Êzîdxana Xweser û Azad e. Di ferhenga me de tu kes teslîmiyet û îxanetê nabîne.”

‘PDK li pey planên nû ye’

Yek ji mijarên ku Faris Herbo nirxandin jî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku dê meha cotmehê pêk werin bû. Herbo bal kişand ku PDK dixwaze bi riya hilbijartinê li hemberî Şengalê planên nû pêk bîne û got: “Tiştên nikaribûn bi Peymana 9’ê Cotmehê bi Şengalê bidin qebûlkirin, dixwazin bi hilbijartinan bikin. Dixwazin PDK û hin hêzên sunnî yên tundrew bi veşartî tifaq çêbikin û 3 kursiyên ji bo Şengalê hatine diyarkirin bidest bixin. Eger PDK vegere û siyaseta wê Şengalê dîsa serwer bibe, ev fermaneke nû ye. Civaka me divê di vê mijarê de hişyar be. Em wekî Rêveberiya Xweser van hilbijartinan girîng dibînin û bang li hemû civaka Êzidî jî dikin ku tevlî bibe, dengê xwe bide namzetên Şengalê. Em bang li Êzidiyên bi PDK’ê re ne jî dikin ku dengê xwe nedin wan. Dengê xwe bidin wî kesî ku ji bo wan îdareyeke rast dixwaze.”

Faris Herbo di dawiya nirxandinên xwe de bang li Êzidiyan kir ku vegerin ser axa xwe.

ÊZDÎN ŞENGALÎ – ROJNEWS

Show More
Back to top button