Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê: Komîsyona hilbijartinê siyasî nêzî parêzgeha Mûsilê dibe

Hevserokê Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê Nayîf Şemo diyar kir komîsyona hilbijartinê ya Iraqê siyasî nêzî Mûsilê dibe û got: “Eger Êzidî di nava wargehan de deng bikarbînin, wê nekarin bi azadî biçin ser sindoqan û nûnerên xwe yên rasteqîne hilbijêrin. Xelkê me yê di nava wargehan de divê di zûtirîn dem de vegerin ser warê xwe, planên siyasî û leşkerî yên li ser xwe vala derbixin.”

Piştî 3’yê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, bi hezaran kes neçar man koçber bibin. Hîn jî di wargehên Herema Kurdistanê yên li Dihokê de bi bihezaran Êzidiyên koçber hene. PDK bizanabûn pêşî li vegera koçberan digire, ji bo di dema hilbijartinan de dengên wargehan li berjewendiya xwede bikarbîne û weke çekeke siyasî di destê xwede bigire.

Hilbijartinên  Encûmenên Parêzgehan ya Iraqê wê 18’ê Kanûna îsal de pêk were. Lê tê gotin, wê koçberên Êzidî yên di wargehan de dijîn, li Dihokê deng bikarbînin. Hevserokê Meclisa xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo têkildarî şêwaza bikaranîna dengan di hilbijartinên encûmenan de û siyaseta derbarê Mûsilê û Şengalê de, her wiha çend mijarên di rojeva herêmê de ji ajansa me re nirxand.

‘Di rojeva Hakan Fîdan de planên li ser Şingalê jî hebûn’

Nayîf Şemo serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan ya ji bo Iraqê, weke rewakirina êrişên li ser Iraqê binav kir û got: “Rewşeke nû li herêmê rû dide. Li aliyekî Emerîka hêzên xwe yên leşkerî li herêmê zêde dike, li aliyekî li Dêrazor û Kerkûkê serî hildane, li aliyê din jî Hakan Fîdan serdana herêmê kir. Ev dide nîşandan ku pêvajoyeke nû û planên nû di dewrê de ne. Di serdana Hakan Fîdan de herçend zêdetir mijara avê û neftê hatibin rojevkirin jî, lê mijar esasî planên nû yên li ser Iraqê ye. Di hevdîtinê de herî zêde mijara PKK’ê hatiye rojevkirin. Dixwazin rewatî bi êrişên xwe yên li ser Iraqê zêde bikin û êrişan rewa bikin.”

‘Li herêmê pêvajoyeke nû destpêkiriye’

Şemo diyar kir ku di hevdîtinên Fîdan de behsa Şengalê jî hatiye kirin û têkildarî mijarê wiha axivî: “Bi hêceta Tevgera Azadiya Kurdistanê (PKK) dixwazin êriş li dijî herêma me pêkbînin. Lê herkes dizane yên li Şingalê hatin hedef girtin pêşengên civaka Êzidî yên weke Seîd Hesen û Pîr Çeko û gelek kesên sivîl hatin hedef girtin. Yanî êrişê zarokên me dikin. Daxwaza wan ewe êrişên xwe zêdetir bikin û fermana ku DAIŞ kir, temam bikin. Lê wisa xuyaye ya dewleta Tirk dixwaze pêk were, Iraq qebûl nekiriye.”

‘Pêwîste civaka me piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê’

Nayîf Şemo ragihand ku herçend alozî hebin jî, civaka Êzidî xwedî hêz û îradeye ku li ser piyê xwe bisekine û wiha pêde çû: “Şengal bûye xwedî hêz û îrade ji bo em karibin di nava van hemû aloziyan de li ser piyê xwe rawestin. Hêza me ya niha heyî dikare me ji hemû êrişan biparêze. Ji bo vêya divê em weke civaka Êzidî hêza xwe ya parastinê mezin bikin û piştgiriya hêzên xwe bikin. Divê civaka me bizane emê li gel sazî, rêxistin û hêzên xwe yên YBŞ-YJŞ’ê rê nedin ti plan li ser Şingalê werin pêkanîn.”

‘Biryara Komîsyona hilbijartinê siyasî ye’

Şemo destnîşankir ku komîsyona Hilbijartinê Bilind a Hilbijartinên Serbixwe ya Iraqê ragihandiye, hemû hilbijêr neçarin li parêzgeha ku qeyda wan heye, dengê xwe bikarbînin, derveyî hilbijêrên parêzgeha Mûsilê û van agahiyan da: “Komîsyon yasaya xwe ji bo Mûsilê guhertiye. Ji bo herkesê şerte biçin li parêzgehên xwe dengê xwe bikarbînin, lê ji bo parêzgeha Mûsilê gotine, dikarin yên di wargehan de di cihê xwede deng bikarbînin. Ev biryareke siyasiye û ne di berjewendiya xelkê Şengalê de ye. Hîn jî hejmareke zêde ya civaka Êzidî di wargehên Herêma Kurdistanê de dijîn. Eger gelê me di nava wargehan de dengê xwe bikarbînin, wê nekarin bi azadî biçin ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin, ji bo nûnerên xwe yên rasteqîne hilbijêrin.”

‘Biryara komîsyonê ji xelkê Şingalê re zirere’

Nayîf Şemo hilbijartinên dema borî ya parlementoya Iraqê jî bibîrxist û got: “Di hilbijartinên parlementoyê de ji ber hemû dengên wargehan ji PDK’ê re çûn û bi wan dengan karîn kesên ew dixwestin bişînin parlementoyê hilbijartin! Civaka me ya Êzidî ew dengên ku li bin desthilatdariya PDK’ê dene, ji dest dan û ev zirereke mezin da pêşeroja Şengalê.”

‘Di zûtirîn dem de vegerin ser warê xwe’

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şingalê Nayîf Şemo dawiyê de bang li koçberên Êzidî kir ku di zûtirîn dem de vegerin ser warê xwe, da ku bikarin xwe ji planên siyasî û leşkerî biparêzin.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ- ROJNEWS

Show More
Back to top button