Rêveberiya Xweser a Şengalê: Di vê Xweseriya Şengalê di asta navnetewî de were pejirandin

Piştî  Belçîka, di 6’ê Tîrmeha 2021’an de Parlamentoya Holandayê jî, fermana 3 Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî, weke jenosîd, ango qirkirina Êzidiyan nas kir

Rêveberiya Meclisa Xweseriya Demkartîk a Şengalê bi daxuyaniyekê bang li Neteweyên Yekbûyî kir da ku bi awayek cidî li ser dosya Êzdiyan kar bike. Rêveberiyê got; “Pêwîste Xweseriya Şengalê were naskirin’.

Daxuyanî wiha ye:

“Em ber bi 7’emîn salvegera jenosîda bi ser civaka Êzidî tên, li beramberî hemû cîhanê gelê me bi qirkirinê re rû birû ma. Hîn jî kesên bûne sedema fermanê, nehatine ceza kirin, herwiha aqûbeta hezaran mirovên me nediyare. Bi dehan gorên komî li ber çavên meye û nehatine vekirin. Jana ku 3 Tebaxê hatî jiyan kirin, heya roja me ya îro jî dewam dike.

Heya niha weke tê xwestin kar li ser nasandina jenosîdê ya dosya civaka Êzidiyan nehatiye kirin. Pîlanên ku rê li ber fermanê vekir, heya niha jî dewam dikin.

Helwest û biryarên parlametnoya Belçîka û Holanda ku fermanê weke jenosîd qebûlkirin, girîngin. Bi navê Rêveberiya Xweser em spasî dikin û hêvî dikîn welatên din jî xwedî biryar bin û bi taybet Neteweyên Yekbûyî fermanê weke jenosîd qebûl bike. Hêvîdarîn biryar tenê li ser kaxezê nemînin û di warê pratîkî de kar li ser were kirin.

Di biryaran de behsa avakirina Şengalê hatibû kirin, lê tenê avakirin têrê nake û rê li ber fermanan nagre. Pêwîste Şengal weke herêmek xweser di asta navnetewî de were naskirin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button