Şêniyên Şengalê: Em amade ne ji bo Rêber Apo û PKK’ê her tiştî bikin 

 Li Şengalê di roja dawî ya çalakiya konvedanê de civaka Êzidî bi hemû sazî û dezgehên xwe ve ji bo azadiya Rêber Ocalan û derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” ev peyama zelal da hemû cîhanê: “Em amade ne ji bo azadiya Rêber Apo û PKK’ê her tiştî bikin”

Li Şengalê çalakiya konvedanê ya bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ)  ya bi armanca azadiya fizikî ya Rêber Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistan’ê (PKK) ji “Lîsteya Terorê” hatibû destpêkirin, piştî çalakiyên bi hefteyekî îro bi dawî bû. Di roja dawî ya çalakiyê de ku li Baxçeyê Rêber Apo ya ku li geliyê Kersê yê girêdayî Şengalê hat lidarxistin, serdana sazî û rêxistinên civaka Êzidî berdewam kir.

Îro jî çalakî ji aliyê sazî û dezgehên Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Saziya Malbatên Şehîdan, Hêzên Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) her wiha Meclisa Gel a Xanesorê û Zarokên Şengalê ve hate dewir girtin.

Di roja dawiyê ya çalakiyê de axaftin ji aliyê tevahî sazî û dezgehan ve hate kirin. Gelê Şengalê dan diyar kirin ku heya dawiyê ew ê ji bo Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di nava çalakiyan de bin, her wiha dan diyar kirin ku heya PKK ji “Lîsteya Terorê” dernekeve ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.

‘Fikrê Rêber Apo Şengaleke bihêz û têkoşer ava kiriye’

Di çalakiyê de Endama Kordinasyona TAJÊ Rîham Hico axivî û di destpêka gotinên xwe de da diyar kirin ku ew weke civaka Êzidî amade ne ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan û ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê her tiştî bikin. Rîham Hico di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser xwedî derketina gerîla li civaka Êzidî û got : “Ji ber em bi saya fikir û ramanên Rêber Apo û bi tekoşîna gerîlayan rizgar bûne em xwe deyndarê wan dibînin. Weke gelê Şengalê me Rêber Apo û PKK’ê piştî fermanê naskir ku wê demê li ber çavê tevahiya cîhanê û wan hêzên ku xwe xwedî demokrasî û parastina mafên mirovan dibînin,  em di komkujiyê re derbas bûn. Wê demê yên ku bi hawara me ve hatin, xwedî li me derketin û em ji qirkirinê rizgarkirin gerîla, şagirtên Rêber Apo bûn. Niha jî bi fikrê Rêber Apo me Şengaleke bi hêz, xwedî vîn û têkoşer ava kiriye.”

‘Êrîşên li ser PKK’ê êrîşên li ser hemû mirovahiyê ye’

Endama Kordinasyona TAJÊ Rîham Hico di dawiya gotinên xwe de got : “Em weke jinên Şengalê, weke civaka Êzidî di ferqa listokên dijminan de ne. Ji bo wê em tecrîda Li ser Rêber Apo û êrîşên li ser tevgera azadiya gelan PKK’ê, wekî êrîşên li ser tevahî gelê Kurd, Êzidî û mirovahîyê dibînin û emê heya dawiyê weke jin û civaka Êzidî têbikoşin.”

Rêveberiya Xweser: Emê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin

Di roja dawî çalakiya kon de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Hevseroka Desteya Rêveber Rîham Hesen jî da diyarkirin ku ew wekî  Rêveberiya  Xweser a  Şengalê kiryarên li beramberî Rêber Ocalan û PKK’ê  napejirînin û wekî tevahiya gelên azadîxwaz ewê ji bo azadiya Rêber Ocalan ya fizîkî her di nava tevgerê de bin.

‘Jiyana azad li ser fikrê Rêber Apo û keda PKK’ê ava dibe’

Li ser navê hêzên YJŞ û YBŞ jî ji  Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî axaftinek kir û bal kişand ser jiyana nû û azad a li Şengalê ku li ser fikrê Rêber Ocalan û keda PKK’ê ava dibe. Viyan Hebabî balê kişand ser rol û rista Rêber Ocalan a li cîhanê û wiha domand: “Rêber Apo ne tenê ji bo miletekî li beramberî tevahî pergala desthilatdar têdikoşe û ji bo wê divê tevahî mirovahî rabe ser xwe û vê tecrîda li ser mimarê jiyana azad û demokratik Rêber Apo bişkênin û Rêber Apo weke fizîkî azad bikin.”

Hebabî di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser “lîsteya terorê jî û ev nirxandin kir: “Yên dibêjin PKK terorîst e bila xwe nexapînin, ger PKK’ê li beramberî teroristên DAIŞ’ê têkoşîn nekiriba wê terorîstên DAIŞ’ê welatên wan jî tarumar bikira.”

Zarokên Êzîdxanê ji Rêber Ocalan re name nivîsandin

Çalakiyê de ji aliyê  Zarokên Êzîdxanê ve ji bo Rêber Ocalan  name hate nivîsandin û li sernavê zarokan jî Rexda Celal, Azadiya Rêber Ocalan xwest.

Piştî axaftinan sînevîzyon hate temaşekirin û  bi garandina govendê çalakiya ku hefteyek berdewam kirî bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button