TAJÊ berxwedana gerîla silav kir

Endamê TAJÊ’ bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla anî ziman û êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Bi tevlîbûna endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ber derê avahiya xwe ya li Şengalê ji bo piştgirîkirin û silavkirina berxwedana gerîla daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Dayika Neam Bedel ve hate dayîn.

Dayika Neam destpêkê berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li Zap, Metîna û Avaşîn a li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û êrîşên dagirkeriyê ya li qadên gerîla û xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Dayika Neam diyar kir ku ji 23’ê Nîsanê û vir ve li çiyayên Kurdisatanê û Başûrê Kurdistanê êrîşên dijwar tê kirin û çekên qedexekirî li ser gerîla tên bikaranîn û got: “Em dewleta Tirk û hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê destekê dide ku xaka Başûr bê dagirkirin. Li aliyê din jî Hikûmeta Iraqê bêdeng e. Iraq jî ji van êrîşan berpirs e. Xaka wan tên dagirkirin.”

Dayika Neam bang li Kurdan û her Kurdê xwedî şeref, rûmet û keramet jî kir ku li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û Malbata Barzanî rawestin û wiha pêde çû: “Gelê Başûr hûn dibin qûrbanî, bax û baçeyên we dişewitin, divê hûn rabin ser xwe.”

Dayika Neam diyar kir ew ji Şengalê piştevaniya xwe ya ji bo Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê re nîşan didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her Kurd û Êzidiyeke li kû dibe bila bibe, divê destê xwe bide hev û piştevaniya gerîla bike.”

ÇAVKANî: ANF

https://anfkurdi.com/jin/tajE-berxwedana-gerila-silav-kir-142472

Show More
Back to top button