Li Serdeştê dema palehiya ceh

Şêniyên Serdeştê weke her sal îsal jî çanda xwe ya çandiniyê dewam kirin, li gel hişkesaliyê jî dexil û danên xwe çandin û niha dema komkirina wane di nava erdê xwe de palehiyê dikin

https://www.youtube.com/watch?v=EBEKnNbK-JI

 

Ji ber hişkesaliyê dexil û dan kêm gihiştine. Welatiyên Serdeşta Çiyayê Şengalê yên debara xwe li ser çandina dexil û dane li gel ziwabûn û heşkesaliyê jî dev ji çandina xwe bernedane. Welatiyan dest bi diruna ceh kirine. Jinên bi dasa dirunê ketine ber diruna ceh diyar kirin ku ew hem ji bo debarê hem jî ji bo domdarkirina çandê çandina dexil û dan bernadin.

Dayika bi navê Şîrin Xidir di derbarê çandiniya dexil û debara xwe de wiha got: “Em ji berbanga sibehê di demjimêrên 6’an de ber bi erdên xwe yên çandî ve dikevin rê, heya demjimêr 3 yan em bê navber kardikin. Ji ber îsal baş çênebû em xusarbûn û weke ku keda me jî vala diçe tê ber çavê me. Salên dinê me kêmtir jî kardikir, lê keda me zêdetir dihat berçavan û feyîda me jî zêdetirbû. Em tenê ne di warê sudgirtinê de nêzî axa xwe dibin, ji xwe ax û çiyayê me ye, emê her dem pê mijulbin, çî hendik çî gelik dê her debara me derkeve. Heta niha me jiyana xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dewam kiriye. Ji xwe piranî mirovên derdorê me jî bi heman şêweyî debara xwe dikin. Ji ber wê jî parastina vê çandê giringe û divê em dawî lê neyinin. Ev çanda me ya kevnare û parastina wê erke me yê serekeye.”

ÇAVKANÎ: ELMAS NAYİF-ŞİNGAL-JİNHA

Show More
Back to top button