‘Parastina baweriya xwe têkbirina dijmine’ 

Pîr Kemal ku bi xwe micêwirê mezargeha Mehme Rehşane derbarê xwedî li çanda xwe derketinê de wiha nêrînên xwe bi ajansa me re parve kir û got: “Di serî de em bi xêr hatina we dikin. Em bi hatina xelkê xwe yê li ber vê cimayê gelek kêfxweşin. Ev rê û resmên me yên kevnarin. Em jî her li ser şopê bav û kala dimeşin. Çi dibe bila bibe em terka çanda xwe nakin û emê her bidomînin.”

‘Em bibin yek dest û yek deng’

Mîrza Hecî Temo jî bal kişand ser girîngiya vegera ser cih û warê xwe û got: “Em ji Şengalê hatine ber cimaya Mehme Rehşan û wê sibe perî û hilêl siwar bikin, îro jî wê çira bêne pêxistin bi xêra vê qubê û sahaba. Em ji hemû xelkê xwe re duaya xêrê dikin û hêvîdarin hemû esîrên me ji destê dijmin bêne rizgar kirin. Em di vê roja pîroz de banga vegerê li xelkê xwe dikin, bila vegerin ser cih û warê xwe. Em hêvî dikin hemu xelkê me yê Êzîdî bibin yek dest û yek deng.”

‘Parastina baweriya xwe têk birina dijmine’

Lîna Mîrza derbarê rê û resmên cimayê de wiha axivî û got: “Em gelek kêfxweşin bi vê cimayê. Em hêvî ji Xwedê û Tawusê Melek dikin her dem cejnên me bi xêr û xweşî bin. Her çend em bîr û baweriya xwe biparêzin emê dijmin têk bibin. Îro wê def û şebab werin û her yek xêra miriyên xwe derxe û çira li ser goran werin pêxistin.”

ŞEYDA ILYAS-ŞENGAL

Show More
Back to top button