Ji ciwanên Êzidî pêngava dijî xiyanetê: Berxwedan jiyane, xiyanet mirine

Ciwanên Êzidî piştî şehîdbûna sê pêşengên din yên Êzidî Dîndar Avesta, Çiya Feqîr û Pîran Pîr li dijî torên sîxûriyê yên PDK’ê û MÎT’a Tirk destbi pêngavekî bi dirûşmeya, ‘Berxwedan Jiyane, Xiyanet Mirine’ û ‘Sîxûr û dijminên kokê di nava xwede nehêlin’ dan destpêkirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava, Başûrê Kurdistanê, Şengal, Hewlêr, Silêmanî û Qendîlê di domin. Di encama van êrişan de şervan û fermandarên YPJ’ê, fermandarên YBŞ’ê, hêzên Dijî Teror ya YNK’ê û nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê şehîdbûn. Ev pêla êrişan ku di encama xebatên sîxûriyê yên PDK û MÎT’a Tirk de pêkhatin, di raya giştî ya Kurd û civaka Êzidî de bû sedema hêrseke mezin, her wiha metirsiya sîxûriyê ya di nava Kurdan de tê hunandin di hemû merasîman de hatin bilêvkirin û daxwaza tolhildanê hate kirin.

Piştî careke din destpêkirina êrişên li dijî pêşengên Êzidî û hevkariya PDK’ê ya bi awayeke eşkere bi dijminê Kurdan dewleta Tirk re, Yekîtiya Ciwanên Êzidî dest bi pêngavek li dijî sîxûrkirina ciwanên Êzidî ji aliyê MÎT û PDK’ê ve kirin. Ciwanên Êzidî bi rêya ragihandinê, belavkirina belavokan û hişyarîkirina malbat û ciwanan li beramber metirsiyên li ser ciwanên Êzidî yên wan dikin dijminê Êzdayetiyê, dest bi pêngavekî nû kirin. Di vê çarçoveyê de belavok hatin belavkirin, afiş hatin daliqandin.

Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî  Silêman Miço Neso û Tamir Silo Miço derbarê armanca destpêkirina pêngaveke nû li dijî xiyanetê û dijminahiya kokê de ji ajansa me re axivîn.

‘Mala Barzanî û MÎT dixwazin Êzdayetiyê tune bikin’

Endamê YCÊ Silêman Miço Neso diyar kir ku MÎT û binemalaya Barzanî di nava hewldanan de ne, ji bo Êzdayetiyê tune bikin û wiha axivî: “Lê divê dijminê me baş bizane em ciwanên Êzidî êdî ne ciwanên berêne û em rê nadin carek din PDK vegere Şengalê. Hîn di bîra me de ye û dizanin kî me firot DAIŞ’ê, xiyanet li me kir û me rûberûyê mirinê hişt. Ew jî binemalaya Barzanî bû.”

‘Emê dijminê di nava xwede tune bikin’

Silêman Miço behsa zêdebûna êrişan ya li her devera Kurdistan û Şengalê kir û got: “Di van rojên dawî de dîsa êrişên hovane yên dewleta Tirk destpêkirin. Dixwazin pêşengên me ji holê rakin û bi taybet jî pêşengên civaka Êzidî. Dewleta Tirk bi rêya sîxûran pêşengên me şehîdxistin. Em şehîd Dijwar, Zerdeşt, Pîr Çeko ji bîr nakin û em şagirtên wanin. Weke ciwan emê dijminê niha di me de heyî, tune bikin, ew jî PDK ye. Bila dijmin vêya baş bizanibe em her çend şehîdan bidin, em ewqasî jî xurt dibin. Dewleta Tirk û mala Barzanî nikare fikir û îrada me bi şehîdkirinê têk bibe, me bi hezaran şehîd da, lê em ne şikestin û li ser piyanin.”

‘Divê em sîxûran di nava xwede nehêlin’

Silêman Miço Neso îşaret bi pêngava li dijî sîxûrkirina ciwanên Êzidî kir û got: “Hêvî û daxwaza me ji hemû malbatên me yên hêja heye, em bihevre ew destê ku sîxûrtiyê di nava me de pêşdixin, tune bikin. Çawa beriya fermanê sîxûr di nava me de nebû, divê em niha jî bi heman wisa bikin. Me jî li ser vê esasê dest bi pêngavekî kir da ku civaka me hîn zêdetir zana bibe û şareza bibe, da karibin zarokên xwe ji metirsiya buyîna sîxûr xilas bikin.”

Endamekî din yê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Tamir Silo Miço jî diyar kir, PDK û MÎT dixwazin tora xwe ya sîxûran li nava Êzidiyan de rêxistin bikin û wiha behsa metirsiyên heyî kir: “Hedefa MÎT’a Tirk û mala Barzanî ewe ku civaka Êzîdî tune bikin, lê bila baş zanibin civaka Êzîdî nayê tune kirin. MÎT’a Tirk bi rêya PDK’ê di nava Şengalê de sîxûran ava dike, bi taybetî jî jinên ciwan û ciwanên Êzîdî dike hedef û li hemberê civaka Êzîdî bikar tîne. Barzanî pirsgirêkên aborî yên civakê bikar tîne û bi pereyan ji xwere sîxûran çêdike. Bi vî awayî dixwazin, bi destê zarokên vir civakê tune bikin.”

‘Civaka Êzidî ji wan natirse’

Tamir Silo Miço sersaxî ji malbatên şehîdên YBŞ’ê re xwest û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Hemû şehîdên Êzîdxanê bi bîrtînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Em sersaxiyê ji malbatên hersê pêşengên me yên ku di encama êrişên dewleta Tirk de şehîdbûne dixwazin. Dewleta Tirk bi hevkariya Barzaniyan her roj balafirên xwe li ser ezmanê Şengalê digerîne, dixwazin çavê civaka me bidin tirsandin. Bila baş zanibin tirsek di dilê me nîne. Lê ji bîr kirine em miletê Êzîdî na tirsin, ev gotina şehîd Fermandar Zerdeşt e.”

‘Hemû fermanên hatine serê me ji aliyê Osmaniyan ve bûye’

Tamir diyar kir ku fermanên heya niha hatine serê Êzidiyan ji aliyê Osmaniyan ve bûye û got: “74 fermanên bi serê civaka Êzidî de hatiye, ji aliyê Osmaniyan ve hatine kirin. Bi sedan sale ji bo tunekirina me kar dikin û niha jî bi hevkariya mala Barzaniyan dikin. Lê baş bizanin, wê Êzidî tune nebin.”

‘Bi çend qurûşên Barzaniyan nexapin, nebin dijminê koka xwe’

Tamir Silo Miço di dawiya axaftina xwede diyar kir ku hinek ciwanên Êzidî bi çend qirûşên Barzaniyan dixapin û dibin dijminê koka xwe û got: “Divê em kar û xebatên xwe hîn xurtir bikin, da em karibin sîxûran ji nav xwe derxin. Bila dijminê civaka Êzîdî jî baş bizanibin êdî ew nikarin bi ti awayî derbasî nava Şengalê bibin. Li vir banga me ji bo civaka me bila şiyar bin. Em dizanin bi sedan sale dewleta Tirk dijminê me ye ku her roj fermandarekî me û pêşengekî me hedef digire. Ji ber ku pêşengên me di xizmeta vê civakê dene tên hedef girtin. Banga min li hemû ciwanên Êzîdxanê jî heye bila bi çend qurûş pereyên Barzaniyan neyên xapandin, nebin dijminê kok û dîroka xwe.”

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button