Ji saziyên Şengalê banga li koçberan: Vegerin ser warê xwe, deng bidin xwe

Endamên sazî û dezgehên Şengalê diyar kirin ku koçberên Êzidî yên li kampan ji aliyê PDK’ê ve hatine zîndanîkirin û gotin; “PDK dîsa dixwaze di hilbijartinê de sûd ji Êzidiyan bigire û dengê wan di xizmeta xwede bikar bîne. Divê gelê me neyê lîstokên PDK’ê, vegerin warê xwe û dengê xwe bidin xwe.”

Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehên Iraqê wê 18’yê Kanûna 2023’yan pêk were. Amadekarî temam bûne. Lîsteya namzet, partî û tifaqên tevlî bibin jî ji aliyê Desteya Bilind ya Hilbijartinên Iraqê ve hate eşkerekirin. Beriya hilbijartinê vegera li Şengalê ya koçberên Êzidî destpê kir. Li gorî agahiyên ji kampên Duhokê û koçberên Êzidî tê girtin. PDK bi hincetên cûda hewl dide vegera koçberan asteng bike. Weke sedem jî hesabên ji bo hilbijartinên parêzgeha Mûsilê ye. Li gorî agahiyan koçberên Mûsilê yên li kampên dibin kontrola PDK’ê de wê li Duhokê deng bikar bînin.

Rêveberiya Xweser û saziyên Şengalê jî diyar dikin, koçberên li kampan dijîn nikarin bi awayeke azad tevlî hilbijartinê bibin û deng hemû ji bo PDK’ê wê biçe. Endamên saziyên Şengalê yên girêdayî Rêveberiya Xweser têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn û bangên girîng kirin.

Endamê Meclisa Duholayê Pîr Seydo diyar kir, gelek nakokiyên siyasî li ser hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Mûsilê heye û got: “Li ser hilbijartinên Mûsilê gelek nakokiyên siyasî hene. Hilbijartinên parlementoyê hemû ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re (PDK) çû. Ji ber vê divê gelê me li beramber lîstikên PDK’ê hişyar be û nekevin xizmeta dijminê xwe.’

‘Em Dengê Xwe Bidin Xwe’

Pîr Seydo ji koçberên Êzidî xwest vegerin Şengalê û got; “Hemû hewldana PDK’ê ewe gelê me venegere ser warê xwe. Ji ber dizane bêyî dengê xelkê Êzidî nikare tiştek bidest bixe û serweriya xwe çêbike. Em dizanin xelkê me yê di kampan de dijîn, hatine zîndanîkirin. Ji ber vê em bang li gelê xwe dikin, vegerin ser cihê xwe û dengê xwe bidin xwe.”

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Şengalê Qasim Şengal jî da zanîn di hilbijartinê de hemû hêzên desthilatdar, ji bo parastina berjewendiyên xwe ketine tevgerê û got: “Ji hilbijartinên li Iraqê tên kirin re dibêjin, hilbijartinên demokratîkin. Lê di rastiyê de hemû komên mezin pêşiya hilbijartinê li ser encamên hilbijartinê li hev dikin. Di nava xwede bazara parvekirinan dikin.”

Qasim Şengal diyar kir gel di dema hilbijartinan de dikeve bîra hêzên desthilatdar û wiha pêde çû: “Dema hilbijartin tên, gel tê bîra hêzên desthilatdar, ji ber pêwîstiya wan bi denge gel heye. Bi polîtîkayên zirav hewl didin dengan bikirin. Biryara derbarê koçberên Mûsilê de ku li kampan de jî dikarin deng bidin, di rastî de derbarê koçberên Êzidî de ye. Ji ber vê em bang li gele xwe dikin, bikevin ferqa van lîstikan û vegerin ser warê xwe, deng bidin xwe.”

ŞENGAL – ROJNEWS

Show More
Back to top button