‘PDK hewl dide dest dane ser çavkaniyên Nînovayê’

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Weed Qedo diyarkir ku PDK bi hemû awayî hewl dide çavkaniyên Nînovayê desteser bike.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Weed Qedo ji medya Iraqê re axivî û PDK’ê bi dizîna dehan bîrên neftê yên li Nînovayê tewanbar kir.

Qedo got ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo çareserkirina pirsgirêkê, hefteya borî lijneyek şandibû Nînovayê û agahiya wî ji pirsgirêkan heye.

Di dewamê de Weed Qedo var; “PDK 17 bîrên neftê li bajarokê Beşîqa û Hemdaniye kontrol dike, herwiha 47 bîrên din jî li Rebîe û Musilê kontrol kiriye. PDK hewl dide gund û bajarokên Nînovayê ji bo hilbijartinê bikarbîne. PDK ji bo ku di hilbijartinên bê de sudê werbigre, hewl dide xelkê Nînovayê rûreş bike û dest dane ser çavkaniyên wan.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button