TAJÊ Çarşema Serê Salê pîrozkir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya Cejna Çarşema Serê Nîsanê peyamek weşand

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û ev bang kir: “Bi boneya Cejna Çarşema Nîsanê em bang li hemû civaka xwe ya Êzidî dikin, li kuderê dibin bila bibin divê em çand, bawerî û cewherê xwe yê Êzidiyatî biparêzin, em li hemberî hemû êrişan şiyar bin, tifaq û yekîtiya xwe ava bikin.”

Peyama TAJÊ wiha ye: “Civaka xwezayî ya kevnar ku xwedî çand, bawerî, dîrok û olakî kevnar a di dîrokê de 74 caran rastî êriş, ferman û komkujiyan hatiye lê tevî vê yekê civaka Êzidî her tim bi hemû hêz û vîna xwe çand û cewherê xwe parastiye. Dest ji çanda û jiyana xwezayî bernedaye. Bi taybet jina Êzidî  ji dîrokê heya roja îro,  bi cewherê xwe  çanda xwezayî, gerdunî  û pîrozî daya jiyan kirin û dewamkirin. Hemû cejin û pîroziyên civaka Êzidî nîşaneyên xweza û gerdunê ne. Her cejin xwedî ilim û felsefeyak xwezayî, gerdunî û jiyanî ye. Çarşema Nîsanê jî yek jî cejnê civaka Êzidî ye ku nîşana avabûne  gerdunê ye. Çarşema Nîsanê sersala civaka Êzidî ye. Ji bona ku çand, bawerî û dîroka xwe ya kevnar zindî û geş li ser piya bihêlin wek jinên Êzidî di pêşengtiya TAJÊ û YJŞ de em xwe bi rêxistin dikin. Parastin erka me ye û emê heya dawiyê bi vê erkê rabin.

Em wek TAJÊ cejna tevahî Êzidiyên li welat û derveyî welat pîroz dikin, bila hemû rojên we  wekî gulên Nîsanê xweş û geş bin. Bi boneya cejna Çarşema Nîsanê em bang li hemû civaka xwe ya Êzidî dikin, li kuderê dibin bila bibin divê em çand, bawerî û cewherê xwe yê Êzidiyatî biparêzin, em li hemberî hemû êrîşan şiyar bin, tifaqa û yekîtiya xwe ava bikin.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button