‘Dem dema parastina rûmetê ye’

Jinên Şengalê li dijî lihevkirinên ku li ser civaka me û axa me tên erêkirin xeta berxwedanê hilbijartin û dibêjin: “Me li dijî lihevkirin û gefên ku tên kirin xeta berxwedanê hilbijart ji ber êdî dem dema parastina rûmetê ye”

Li hember lihevkirinên ku 9’ê Cotmeha 2019’an di nava hikûmeta navendî ya Îraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de li ser Şengalê hatine erê kirin, welatiyên Şengalê bi mehane li qadan in û bertekên xwe nîşan didin.

Çalakiya konê rumetê yê bi diruşma “Em hemû asayişin” di roja 115’an de berdewam dike. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) piştî civîna bi hemû sazî û rêxistinên xwe civînek avarte pêkanî û piştre daxwuyaniya hevbeş re eşkere kirin ku biryara wan berxwedani ye û xwedî derketina Şengalê ye.

Girêdayî heman mijarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi awayek xweser civiya û bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî gefan nişanda û diyar kir ku dê li hemberî hemû êrîşan ax û rumeta xwe biparêzin.

Jinên Şengalê li dijî lihevkirinên ku li ser civaka me û axa me tên erêkirin xeta berxwedanê hilbijartin û dibêjin: “Me li dijî lihevkirin û gefên ku tên kirin xeta berxwedanê hilbijart ji ber êdî dem dema parastina rûmetê ye.”

Endama Tevgera Azadiya jinên Êzdî (TAJÊ) Fehîma Silêman di derbarê planên li ser Şengalê tên meşandin de ji jinha re ev nirxandin kir: “Em biryarên bê vîna Şengaliyan li ser Şengalê tên girtin na pejirînin. Her dem hikûmeta Îraqê û hevalbendên wê ji bo tunekirina me planan didin meşandin. Em ê li dijî van planan xwe û axa xwe biparêzin. Em piştevaniya zarokên xwe dikin û li dijî êrîşan me xeta berxwedanê hilbijartiye. Di fermanan de hikûmeta Îraq û hekmeta Helêrê dev ji me berdan û reviyan niha jî daxwaz dikin axa ji dextê me derxin. Em xaka xwe ji wan re nahêlin. Em bi hêzên xwe re di berxwedanê denin û dev ji axa xwe bernadin. Em tu hêzên dîtir di nava xwe de qebûl nakin.”

Endama Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî Sara Şengalî jî diyar kir ku weke jinên ciwan ên Êzidî jî lihevkirin û planên li ser Şengalê tên kirin serî natewînin û bindestiyê careke din qebûl nakin û wiha domand: “Em lihevkirinên ku di 9’ê Cotmehê de hatiye îmzekirin şermezar dikin. Em serê xwe ji plan û lihevkirinan re natewînin. Em ê bi berxwedana xwe bibin bersiv ji her planeê re. Bi van êrîş û gefan xwesteka dewleta Îraqê ewe îradeya me bide şikandin. Çiya û axa me rûmeta me ne, em rûmeta xwe radestî tu kesî nakin. Em bi sed salan xwediyên van çiyayane û emê çiyayên xwe ji kesê re nehêlin. Banga min ji ciwan û gelê me re heye ku rabin ser piya ji ber êdî dem dema parastina rûmetê ye.”

ÇAVKANÎ: VIYAN SAID-ŞENGAL-JİNHA

Show More
Back to top button