Li Xanesorê bi boneya 4’ê Nîsanê 300 şitlên daran hatin çandin  

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 300 şitlên daran çandin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserê Kurdistan û Ewrupayê bi çalakiyên cûr be cûr tê pîroz kirin.

Li seytereya Mişterik a li bajarokê Xanesor ya Şengalê, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî şitlên daran hatin çandin.

Zêdetirî 300 şitlên daran ji aliyê jinan ve hatin çandin. Jinên şitil çandin, ragihandin ku ewê sala 2022’an bikin sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Şengal-Rojnews

Show More
Back to top button