‘Di 15’ê Sibatê de hêviya hemû gelan hate dîlgirtin’

Endamê Meclîsa Gel ya Til Qesep Seydo Xidir Xelef xwest bi têkoşînek hîn mezintir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were azadkirin. Ji na bi navê Zînê Ehmed jî got; ““Ji bo me civaka Êzidî, 15’ê Sibatê rojek reşe, ji ber ku hêviya hemû gelan di wê rojê de hatiye dîlgirtin. Lê tevî 23 salan jî nekarîn rê li fikir û ramanên Rêber Apo bigrin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de, di 15’ê Sibata 1999’an de hate dîlgirtin. Ev 23 salin li Îmraliyê dibin tecrîdek girankirî de ye. Her wiha ev zêdeyî sê salin ne ji aliyê malbatê ve û ne jî ji aliyê parêzeran ve hevdîtin li gel nehatiye kirin. Derbarê komploya 15’ê Sibatê de endamê Meclîsa Gel a a Til Qesep a Şengalê û jina bi navê Zînê Ehmed ji ajansa me re axivîn.

Endamê Meclîsa Gel ya Til Qesep a Şengalê Xidir Xelef: “Rêber Apo ti carî zilmek li ser gel nekiriye, fikrê Rêber Apo civakî ye û ji bo gel azadî, wekheviyê dixwaze. Rêber ti carî ferqek ne xistiye nava gelan, ew ne tenê ji me Êzidiyan re dike, fikrê wî ji bo her kesê ye. Rêya azad nîşanî me hemûyan dide. Divê me bibin şopdarek baş ya fikir û raman Rêber Apo, bila her kes rastiya Rêber bizane. Hinek dibêjin PKK ‘terorîste’ ne wisane. Ger wisan ba, nedihat li serê çiyayê Şengalê ewqas şehîd nedida û ev gel azad nedikir. Ev rastiyek ber çavane. Fikrê PKK’ê xizmeta hemû civakan dike, divê demek ji ya din zûtir ji lîsteya ‘terorê’ were derxistin.

Dema fermanê de, zarok û kalên me hatin kuştin. Xistin bazarê û hatin firotin. Wê demê tenê çiya destê me de mabû, mala gerîla ava be. Em ji gerîla pir razîne, ew bi hewara me hatin û xwe gihandin çiya. Zarok pîr û jinan li pişta xwe dikirin û rizgar dikin, min vê bi çavê xwe dît. Ew ne kurên bavê me bûn, ne deyndarê me bûn, lê hatin canê xwe ji bo me feda kirin.

Polîtîkaya Iraqê a hemberî me, ji bo bicihanîna peymana Bexda û Hewlêrê ye. Dixwazin em Êzidi li Şengalê nemînîn, tirsa wan herî zêde ji fikirê Rêber Apo ye. Rêber Apo azadîxwaze, lê ew ne wisanin. Ji bilî Rêber Apo me neditiye kesek din bi hewara me hatiye.”

Zînê Ehmed: “Ji bo me civaka Êzidî, 15’ê Sibatê rojek reş, ji ber ku hêviya hemû glan di rojê de hatiye dîlgirtin. Em bi tundî wê rojê şermezar dikin, komplo di heman demê dijî civaka Êzidî ye. Ji bo tinekirina me û hemû azadîxwazan ev komplo pêkhat. Lê tevî 23 salan jî nekarîn nekarîn rê li fikir û ramanên Rêber Apo bigrin.

Di dîrokê de hertim mirovên ji bo edaletê ked dane, têne hedef girtin, Rêber Apo jî ji bo azadiya jinan û civaka bindest ked û têkoşîn dide.

Emê weke civaka ku ramanên Rêber Apo ji xwe re weke rêya azadiyê dibînîn, hîn bêhtir ji bo azadiyê têbikoşin.

Siyasetmedarên Iraqê hemû jî ramanên Rêber Apo dixwînin, PKK ne tevgerek terorê ye. Kiryarên dawî hemû hevkariya PDK, Iraq û dewleta Tirk nîşan dide. Weke civaka Êzidî em li hemberî hemû gel, bawerî û çandan rêzdarin. Ti carî Kazimî bi fermandarên xwe re bertek nîşa êrişên Tirkiyeyê neda, lê îro leşkerên Kazimî bêrêziyê dikin.

Emê ti carî rê nedin dagirkeran û ji kesê jî natirsin.”

Evîn Zenda

 

Show More
Back to top button