Di malê de Cejin pîroz kirin

Xelkê me îro Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî îsal rê û resmên pîrozkirina cejnê bi giranî di malan de pêk tên, sedema wê jî belavbûna nexweşiya Korona

Ji ber tedbîrên qedexeyê ji bo pêşîgirtina li belavbûna Koronayê, xelkê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê rê û resmên cejnê di malan de pêk anîn û dûrî kombûn û pîrozbahiyên mezin sekinîn.

Salên berê, civaka me Cejna Çarşema Serê Nîsanê di nava xwezayê û lidarxisitna şahiyên mezin, pîroz dikir. Lê îsal piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî ji bo pêşîgîrtina li belavbûna Korona ragihand, pîrozkirina vê rojê di malan de sînordar ma.

Faris Şemo yek ji rûspiyên me yên li herêma Cizîrê ye Cejna Çarşema Serê Salê li civaka me pîroz kir û got wan îsal cejn weke her salê pîroz nekir. Her wiha teqez kir ku ew biryara qedexeya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk tînin. Şemo diyar kir ku cejin a aştî, hezkirin û destpêka sala nû ye.

ÇAVKANÎ: ANHA

Show More
Back to top button