‘Emê heya dawî liberxwe bidin’

Çalakiya xelkê me ya bi armanca statûya şengalê dayîna qebul kirin, li dijî peymana Bexda û Hewlerê ya li ser Şengalê û destekdayîna Asayişa Êzidxanê hatîbû destpêkirin, di roja xwe ya 83’ yan berdewam dike

https://www.youtube.com/watch?v=082aO8_E9wg&feature=emb_logo

 

Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên, ewê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Welatiyên me li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane û çalakiya xwe ya bi dirûşma “Em hemû asayiş in” bi biryardariyek mezin berdewam dike. Çalakî ji aliyê meclis û saziyên me ve tê domandin.

Xelkê me jî kom bi kom rojane serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Endamê Meclîsa Xanesorê Hecî Îdo ji Rojnews re axivî û got heya niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bersivek ji bo wan nehatiye dayîn û got; “Asayişa Êzidxanê, YBŞ’ û YJŞ’ hemû zarokên Êzidiyanin. Emê ji bo îrade û xweseriya xwe heta dawiyê liberxwe bidin.”

Îdo bal kişand ser êriş û gefên dewleta Tirk yên li ser Şengalê jî û wiha pêde çu: ”Dewleta Tirk a faşîst, dixwaze bi xeyalên bab û bapîrên xwe carek din bi navê Îslamê Êzidiyan qir bike. Lê belê bila Erdogan baş bizane em ê heta dawiyê li hemberî êrişên wî bêdeng nemînin û em ê li berxwe bidin.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button