Jinek din ya cîwan dawî li jiyana xwe anî

Dûh nuçeyek din ya xwe kuştina jinên cîwan ya Êzidî ye ket rojeva civaka me. Ev bû 3.’în jina cîwan ku li herêma Dihokê dawî li jiyana xwe aniye.

Dûh li komelgeha Bêrsîvê ya navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê, jina ciwan ya bi navê Selma Usad Waltî ya temen 15 salî ku ji komelgeha Gir Izêr ya Şengalê bû, dawî li jiyana xwe anîye.

Li gorî zanyariyan jina ciwan xwe hilawistiye û wisan dawî li jiyana xwe aniye.

Ev sêyemîn bûyera xwekuştinê ya jinên ciwan ên Êzidî ne ku di çend rojên dawiyê de li parêzgeha Dihokê rû dide.

Beriya niha i kampa Şarya a penaberan ya li Dihokê, jinek ciwan ya xelkê bajarokê Til Ezêr a bi navê Ehlam Xêro (15) dawî li jiyana xwe anîbû. Heya niha sedema xwekuştina vê jina ciwan jî nayê zanîn.

Beriya wê jî di wargeha penaberan yaîsyan a Dihokê jina cîwan ya bi navê Esmehan (20) dawî li jiyana xwe anîbu. Di demek ewqas kin de xwekuştina 3 jinên cîwan yên ji civaka me dibe sedema gumanan. Gelo li Dihokê çi dibe û çi dibe sedema xwe kuştina van jinên cîwan.

Show More
Back to top button