Asîma jî vedigere

Di fermana 03.08.2014 de dema êrîşên çeteyên DAÎŞ li ser Şengalê jinên ji civaka me hatin kuştin, revandin. Heya Îro jî akûbeta bi hêjmarek gelek mezin ya jinan, zarokan ne diyare.
Herî dawî jina cîwan ya bi navê Asîma Casim Xidir (20) ji destên çeteyên DAİŞ hate rizgar kirin.
Li gora ANHA ragihandiye Asîma di Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê de li benda vegera Şengalê ye. Asîma di pêngavên QSD’ê de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye, li bajarokê Bisêra yê Dêrazorê di rewşeke dijwar de derbas dibû.
Jina cîan bi salan bêxeber bu ku gelek jinên cîwan ji destên çeteyên DAİŞ filitîne û xwe gihandine malên xwe. Piştî vê yêkê fêr dibe Asîma jî biryar dide ku xwe bighîne navenda Asayîşa Jin a Hesekê.
Asayîşa Jin Asîma radestî Mala Êzidiyan dike û niha li benda vegera malbatê ye.
Wek çîroka her jinek dîl ku sax ketiye destê çeteyên DAİŞ’ê çîroka Asîma jî pir bi êş e. Tam 7 salan din av pençên DAİŞ’ê de maye.
Dema ji ANHA re diaxive Asîma behsa ixaneta PDK li hemberî Şengaliyan dike û dibêje “Hêzên PDK’ê reviyan û em di nav pencên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin.”
Asîma Casim Xidir ji gundê Berberoj ê Şengalê ye, malbata wê ji 6 xwişk, 3 bira , dê û bav pêk hat.
Wê şêvê Asîma ku 12 salî bu dikeve destên DAİŞ, tê revandin, tê firotin.
Asîma Xidir wiha dibêje: “Beriya êrişên çeteyên DAIŞ’ê em li Şengalê bi aramî û ewle dijiyan. Di şeveke Tebaxa 2014’an de, me dengê guleyan bihîst, piştre me dît ku erebeyên hêzên pêşmerge yên girêdayî Partiya Demorkat a Kurdistanê bi lez ji herêmê direviyan, diviyabû ku parastina me kiribane, lê agahî nedan şêniyan jî da ku beriya êrişên çeteyan derketibane.”
Asîma destnîşan dike ku xelkê me nedikarîn tiştek kiribane û dema piraniyan tunebû ku ji Şengalê derketibane û wiha didomîne: “Beriya ku çeteyên DAIŞ’ê bighêjin herêmên me, me hewl da ber bi çiyayê Şengalê ve derkevin, lê çeteyên DAIŞ’ê komek Êzidî dorpêç kir û gelek ciwan li pêşiya çavên hemûyan qetil kirin.”
Asîma serpêhatiya xwe wiha didomîne: “Piştî em ketin nava pençên DAIŞ’ê, em kom kirin, xort û keç û temen mezin ji hev cûda kirin. Hemû endamên malbatê ji hev parçe kirin û veqetandin. Ez jî di nav de keç birin Mûsilê, niha nizamim bê çi bi serê malbata min û şêniyên din hat.”
Asîma Xidir destnîşan dike ku piştî gihaştin Mûsilê ew sewqî “Dadgeha Rewa” ya girêdayî DAIŞ’ê kirin, 10 rojan di girtîgeha hundirê dadgehê de dihêlin, piştre wekî sebî di temenê 12 salî didin çeteyekê iraqî 21 salî bi navê “Beraa”, bi vê re rûpelek nû ji êş, êşkence û kuştina zarokatiyê wê dest pê dike.
Asîma Xidir wiha dibêje: “Ez du sal û nîvan li gel ciwanê Iraqî mam, ez di kabûseke rastîn de dijiyam. Ez îşkence kirim, li min dida û gotinên nebaş digotin. Nedihişt ez derkevim derve û serdana tu kesî bikim. Destê ku min navê bavê xwe li ser tato kiriye, ango nivîsiye şewitand. Ew jî bi bihaneya ku tatokirin heram e.”
Asîma Xidir destnîşan dike ku piştre çeteyê Iraqî wê difiroşe çeteyekî din ê DAIŞ’ê yê Sûrî bi navê wî Qeiqa, 45 salî bû û wê dibin Sûriyê. Asîma Xidir wiha pêde diçe: “Temenê min di wê demê de 15 salî bû, du salan li gel wî DAIŞ’î mam. Piştre wê jî ez firotim çeteyekî din ê ji Baxozê û nave wî Abdulkerîm bû, salekê û çend mehan li gel wî mam û min zarokek jê anî. Di şerê li Baxozê de, çeteyê bi navê Abdulkerîm hate kuştin.”
Asîma Xidir dibêje ku piştî DAIŞ di Baxozê de têk çû, QSD’ê ew û tevî jinên DAIŞ’î yên dîtir veguhastin kampa Holê.
Asîma eşkere kir ku jinên DAIŞ’ê ew bi QSD’ê ditirsandin û digotin xwe eşkere neke û nebêje tu êzidî yî. Ji ber dê QSD’ê we bişînin Şengalê û li wir her jina ku hatiye revandin an tê firotin yan jî tê kuştin. Ji ber ew li ser malbatê dibe şermek. Asîma Xidir da zanîn ku wê tiştek jî li ser QSD’ê nizanî, ji lew re bê deng ma û bi jinên DAIŞ’ê re heta du salan li kampa Holê maye.
Asîma Xidir wiha pêde diçe: “Piştî du salan, hin hevalên min ên ji jinên DAIŞ’ê ji min re gotin ku ew ê bi rêya hin qaçaqiyan ji kampê birevin. Min ji wan re got, min jî bi xwe re bibin. Piştre ez û hin jinan revîn û gihaştin bajarokê Besîra yê li gundewarê Dêrazorê.”
Asîma Xidir bi lêv kir ew bi jineke DAIŞ’î re li Besîra rûnişt, lê debara jiyanê pir kembax bû. Dûvre wê ji hin jinên Besîra çîrokên rizgarkirina jinên êzidî û gihandina wan bi ewlehî li Şengalê dibihîse. Wê demê ew fikrîye ku xwe radest bike û xwe eşkere bike. Piştî bi demekê berê xwe da navenda Asayîşa Jin a li Dêrazorê û alîkarî xwest.
Asayîşa Jin a Dêrazorê Asîma Xidir dibe navenda hêzên Asayîşa Jin a li herêma Cizîrê. Piştre wan Asîma Xidir radestî Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê dikin, dê ew jî di demeke nêz de ji malbata wê ya li Şengalê re bişîne.
Em jî bi mereq û qelecan li benda vegera Asîma’nin û dibêjin bi hêviya ku hemû jinên dîl ketine destên çeteyên DAİŞ’ê ji demek zûtirin ji wê zilmê rizgar bibin û vegerin axa welatê xwe yê zêrîn.

Show More
Back to top button