Ciwanên me xebatên çand û hunerê pêşdixin

Civaka me piştî fermana 2014 pêkhatî hewldan ku li gelek qadan rêxistinbûna xwe pêş bixin

 

Civaka me piştî fermana 2014 pêkhatî hewldan ku li gelek qadan rêxistinbûna xwe pêş bixin. Bi xebatên xweseriya demokratik re di qadên wekê civakî, siyasî, ewlehî, jin, ciwanan de xebatên rêxistinbûnê heya astek pêşketine. Heman demî qadek taybet ku civaka me xwedî lê derdikevi û pêşdedibe parastin û pêşxistina çand û hûnera Şengalê ye.

Ev qad ji bo jinên cîwan yên civaka me jî bûye rê û nîşanek xwe pêşxistin û hûner rêxistinkirinê.

Li ser vê bingehê Navenda Çand Hunerê ya Sitiyan Nexşan a Xanesorê jî xwedî rolek girîng e. Jinên ciwan bi enstumanên xwe berê xwe didin navendê û li vir bi hev re hunera xwe pêş dixin.

Li gora nuçeyek jinnews de hatiye parvekirin Jinên ciwan behsa kar û barên xwe dikin û bang li ciwanên êzidî dikin û dibêjin: “Divê jinên ciwan di nava xebatên çand û hunerê de xwe bi rêxistin bikin. Xwebirêxistin xwedî li derketina dîrok û çandê ye.”

Dildar Hisên ya ku 3 sal in di nava kar û barên çand û hunerê de cih digire hezkirina xwe ya hunerê wiha tîne ser ziman: “Ez gelekî hez hunerê dikim. Eleqeya min muzîkê hêj di biçûktiyê dest pê kir. Min xwest ez di vê helê de xwe pêş bixim û wisa jî xizmetê bidim civaka xwe.”

Dildar, wiha pêde diçe; “Ez dixwazim ji bo êzidiyan kar û xebatên hêjatir bikim. Ji bo me tevan piştî fermanê avakirina çand û hunerê xwedî wateyek girîng e. Em bi navenda çand û hunerê hînê dîroka xwe dibin û xwedî li dîroka xwe derdikevin. Beriya femanê xebatên bi vî rengî ya jinên ciwan şerm dihat dîtin. Digotin dê jin çawa stranan bêjin, ev tişt nedihat qebûlkirin. Jinên ciwan her tim li malê bi karê malê re mijûl dibûn. Lê piştî fermanê ev feraset bi têkoşîne hat guhertin.”

Dilvîn Sedûn Xelef jî di saziyê de mamostetiya zarokan dike û wiha dibêje; “Ez 16 salî me. Ez di nava xwebatên çand û hunerê de cih digirim. Ez ji vî karî gelekî hez dikim. Ez bi van xebatan pêş dikevim. Ez bi taybetî bang li tevahiya ciwanan dikim tevlî xebatan bibin. Parastina me ya bi rêya çand, huner û dîrokê girîng e.”

Show More
Back to top button