Jinek din a Êzidî radestî malbata wê kirin 

Jina ku li Dêra Zorê ji aliyê QSD’ê ve hatî rizgarkirin, ji aliyê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî ve radestî malbata wê hate kirin.

Jina bi navê Zêrî Meto Şivan (25) di 3 Tebaxê de dîl ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê, Zêrî li Dêra Zorê ji aliyê Hêzên Suriyeya Demokratîk QSD’ê ve beriya demekê hate rizgarkirin.Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî, Zêrî Meto Şivan li navenda bajarê Şengalê radestî malbatê wê kir. Dayîka Zêrî ya bi navê Misrê Reşo kêfxweşiya xwe anî ziman û got; “Li gundê me yê Qinê çeteyan bi sedan kes di dema fermanê de revandibûn. Di nava wan kesan de, 2 keçên min jî hebin. Şikur ji xweda re, her du jî hatine rizgarkirin û hêvî dikim hemû kesên din jî werin rizgarkirin. Ji ber ku keça min carek din li min vegerandin, em spasiya QSD’ê û mala Êzidiyan dikin.”

Li ser navê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî, Ferîda Sado jî axivî. Ferîda spasiya QSD û ewlekariya Rojavayê Kurdistanê kir û got; “Bila her kes bizane ev dîlên girtî bi xwîna şehîdan tên rizgarkirin, bila baweriya gelê me hebe, heya dawî emê li pey dîlên xwe bin û wana rizgar bikin. Bila ti kes li ser van dîlan, bazirganiyê neke, ji ber ku bê beramber ev dîl tên rizgarkirin.”

ROJNEWS-ŞENGAL-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button