Pêkhateyên Şengalê ji Rêber Ocalan re azadî, ji Şengalê re xweserî xwestin  

Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê meşeke girseyî lidar xist. Di daxuyaniya dawî ya meşê de, biryardariya pûçkirina komploya li dijî Rêber Ocalan û redkirina peymana 9’ê Cotmehê ya li ser civaka Êzidî tê ferzkirin, azadiya Rêber Ocalan û xweserî ji Şengalê derkete pêş û peyama: ‘Wê gelên Şengalê û jinên Êzidî hemû pîlanên qirêj vala derbixin’ hate dayîn.

Pêkhateyên Şengalê îro di saet 15.00’an de bi pêşengiya Rêveberiya Xweser, ji bo protestokirina Komploya navnetewî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî civaka Êzidî ku ji aliyê PDK, dewleta Tirk û Kazimî ve hatibû destpêkirin, meşiyan.

Di meşê de li gel welatiyên Êzidî û Ereb, Heyeta Eşayîrî ya Şengalê, TAJÊ û rêxistina ciwanan jî amade bûn.

Di meşê de dirûşmeyên ji bo azadiya Rêber Apo hatin gotin û bi sedan posterên Rêber Ocalan hatin rakirin. Jin û ciwan pankartên bi zimanê Kurdî û Erebî yên bi dovîzên, ‘Azadiya Serok Apo azadiya Şengalê ye’ û ‘Ji bo Serok Apo Azadî, ji bo Şengalê Xweserî’, ‘Komploya dijî Rêber Apo, fermana li ser Şengalê ye’ rakirin.

Girseya gel ya ji ber Meclîsa Gel ya navenda Şengalê meşiyan, heya Dewra Yermûk ya bajêr meşiyan û paşê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya çapemeniyê bi deqîqeyek rêzgirtin destpê kir.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser ya Şengalê ya ji aliyê Rîham Hesen ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Di roja 9’ê Cotmeha sala 1998’an de siyaseta sîstema desthatdar ya cîhanî komploya herî bêbext li hemberî Rêber Apo pêk anî. Ji bo komploya 15’ê Sibatê ya navnetewî ya sala 1999’an gava yekem avêtin. Em bi navê gelên Şengalê vê komploya navneteweyî şermezar dikin. Piştî derbasbûna 25 salan li ser komploya navnetewî ya nemerdane ya li dijî şoreşa gelê Kurd û hemû mirovahiyê de, Rêber Abdullah Ocalan hîn di girtîgehê de ye. Bi rengekî hovane li dijî wî tecrîd tê meşandin. Bi salane di bin tecrîdeke girankirî de ye.’

‘Dewleta Tirk êrişê hemû gelên fikrê Rêber Apo qebûl dikin, dike’

Di daxuyaniyê de Rîham Hesen got;  “Bi şidandina tecrîdê re, dewleta Tirk êrîşê hemû gelên azadîxwaz yên xwe li ser fikra Rêber Apo rêxistin dikin, dike. Bi heman armancê wek berdewamiya komployê di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîş birin ser rojava û hemû sûcên dijî mirovahiyê li vê herêmê pêk anîn. Di van rojan de careke din dewleta Tirk êrişê Rojava dike. Dewletên beşdarê komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo bûne bêdengin.

Peymana 9’ê Cotmehê dijî yên xwe li ser fikra Rêber Apo rêxistinkirineye

Bi heman armancê di 9’ê Cotmeha 2020’an de, di roja salvegera komploya navntewî ya li ser Rêber  Ocalan de, ji aliyê dewleta Iraq, PDK’ê û  dewleta Tirk ve li ser îradeya civaka Êzidî û taybet Êzdiyên xwe li ser fikir û ramanên Rêber Ocalan rêxistinkirin, peymanek hat îmzakirin. Di bendên vê peymanê de bi zelalî xuya dibe ku, dixwazin yek bi yek ew kesên  ku ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ve li derdora fikrê Rêber Ocalan kom bûne, xwe rêxistinkirine û diparêzin, tesfiye bikin. Sê sal derbas dibin îradeya civaka Êzidî bû mertal li hemberî vê konsepta tesfiyekirinê, di milekî  hewildanên pêkanîna peymanê û di milekî berxwedaniya civaka Êzidî heye, niha dewam dike.”

‘Desthilatdar dixwazin Êzidiyan ji kokê rakin’

Rîham Hesen di dewama daxuyaniyê de da zanîn, fikrê Rêber Apo rê li fermanê girtiye û got: “Êzidî piştî ku di komkujiyan re derbaz bûn, xwe li ser fikrê Rêber Apo rêxistin kir û bi fikrê Rêber Apo pêşî li fermanê girt. Lê hêzên desthildar ku dixwazin Êzidiyan ji kokê rakin, li dijî vê rêxistina Êzidiyan derketin û xwestin Êzidiyan ji holê rakin. Peymana 9’ê Cotmehê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, di vê çarçoveyê debû.”

Di dewamê de Rîham Hesen got: “Di Rojhilata Navîn de gelek komên baweriyan, gelên bindest hene û desthilatdar zilmê li wan dikin. Şagirtên Rêber APO ji bo dawîkirina vê zilmê, çi ji destê wan tê dikin. Ji bo azadiya wan têdikoşin, bi hawara wan ve diçin û wan rêxistin dikin. Ji bo ev komên olî û gelên bindest azad nebin, aliyên desthilatdar jî li hemberî fikra serokatî derdikevin û naxwazin ku ev xeta îdeolojîk serwer bibe.”

‘Peymana 9’ê Cotmehê dixwazin axa Êzidiyan ji dest wan bigire’

Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin, bi peymana 9’ê Cotmehê dixwazin dest deynin ser axa Êzidiyan û wiha dom kir: “Bi vê peymanê dixwazin keda şehîdên me û axa bi xwîna zarokên Êzidiyan hatiya rizgakirin, ji destê Êzidiyan derxin. Ev ji mere ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’an xetetertire, lê em ne ew kesên beriya niha ne. Emê li ber xwe bidin û çawa heya niha me nehiştiye ev peyman pêk bê, ji nehe  û pêde jî emê li ser xeta şehîdan bin û emê destkeftiyên xwe heya dawî biparêzin.”

‘Jina Êzidî dikare hemû pîlanên qirêj ên li ser Şengalê vala derxe’

Piştî Rîham Hesen bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dayê Şemê Remo wiha axivî û got; “Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Serok Apo û tecrîda li ser wî ji hev ne qût e. Bila civaka Êzidî bibîne ku îro jina Êzidî çawa dikare xwe birêxistin bike, xwe birêvebibe û li ber pîlanên dijmin bisekine. Jina Êzidî îro, dikare hemû siyaseta qirêj a li ser Şengalê tê meşandin vala derxe. Em dikarin li hemberî her tiştekî bisekinin. Bila gelê me baş bizane ku îro em bi fikir û felsefeya Serok Apo çawa xwe rêvedibin. Jina Êzidî bi vî fikrî li ber fermanan disekine.”

‘Em nahêlin peymana wan pêk were’

Herî dawî jî bi navê Heyeta Eşayîrî ya Şengalê Seydo Girû axivî û diyar kir, ew weke gelê Ereb û civaka Êzidî heya niha nehiştiye peymana 9’ê Cotmehê ya dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê pêkwere û ji vêya şûnve jî wê nehêlin. Seydo Girû wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Îro em li Şengalê wekî gelê Ereb, Êzidî, gelên Şengalê yek bi yek kom bûne li dijî pîlanên qirêj ên li ser Şengalê. Emê pîlanên li ser Şengalê tune bikin. Peymana 9’ê Cotmehê li me ferz dikin û dibêjin wê ev peyman bicih bê, lê em dibêjin ev peyman bicih nayê. Gelê Şengalê nahêle ev peyman were bicihanîn. Rewşa Şengalê ne wekî beriya 2014’ane bixwazin konseptên xwe li ser ferz bikin. Em êdî van êriş, plan û konseptên li ser me tên çêkirin, qebûl nakin.”

ŞENGAL – ROJNEWS

Show More
Back to top button