mê xeyalên şehîd Merwan ên Şengala Xweser û azad pêkbînin’

Endamên part û rêxistinên Şengalê diyakirin, ji ber ku Şehîd Merwan Bedel yek ji pêşengê şerê li dijî DAIŞ'ê bû, dewleta Tirk kir hedef û gotin; "Pêwîste tevahiya civaka Êzidî û gelê Şengalê li keda şehîdan xwedî derkeve, kesê li keda şehîda xwedî dernekeve ewê li axa xwe jî xwedî dernekeve."

Li ser şehadeta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel re salek derbas dibe. Endamên partî û rêxistinên Şengalê  diyakirin ku şehîd Merwan Bedel ji bo civaka xwe bi şev û roj kar dikir hedefa wî a Şengala xweser û azad wê pêkwere.

‘Têkoşerê pêşîgirtina liber fermanan bû’

Endamê Rêveberiya Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê Salim Zerdeşt di şexsê Şehîd Merwan Bedel de tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê bibîranî û got; “TÊkoşerê pêşî li ber girtina fermana, kedkarê civaka xwe, şehîd Dijwar wisa dihate naskirin ji ber ku yek ji wan kesan bû ji despêka fermanê heya roja dawî her ji bo pêşî li fermana bigire û gelê xwe rêxistin bike kar û xebatên xwe didan meşandin. Di dîrokê de 74 ferman li ser vê civakê çêbûn, her dema ku kesekî pêşengtî kiribe, buye hedefa dewleta Tirk. Hemû fermanên hatine ser me destê Osmaniya têde hene û ew kîna wan heya niha dewam dike. Di rojên pîroz de bû, di rojên cejinê de hate hedefgrtin, di virde peyama dewleta Tirk a li dijî Ola Êzidiyan derketa holê.

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de, hedefa dewleta Tirk ew bû di bin navê DAIŞ’ê de vê civakê qir bike û sînorê dewleta Osmanî nû bike. Lê Şehîd Dijwar yek ji wan kesan bû ku pêşengtî ji şerê dijî DAIŞ’ê re kir û rê neda ku plana dewleta Tirk a bi rêya DAIŞ’ê biçe serî. Ji ber vê tekoşîna wî a lihimberî DAIŞ’ê ew hate hedefgrtin û şehîd bû, lê em ji her kesekî re didin diyakirin ku emê heya dawî liser xeta şehîda bin û xeyalên wan ê Galaşen xweser û azad pêk bînin.”

Endamê Mekteb Siyasiya Partiya Azadî û Demokratîk ya Êzdiyan (PADÊ) Mûsa Qasim jî got; “Raste Şehîd Merwan ji aliyê dijmin ve hate hedefgritin û şehîd bû, lê em wek civaka Êzidî didin diyakirin ku ê zerer dît dijmin bi xwe ye, ji ber ku her pêşeng û hevalekî me Şehîd bikeve kîna me a lihimberî djimin hîn zêdetri dibe. Me Merwan Bedel ji dest da, lê vaye bi hezaran ciwanên Êzidî liser heman dozê têdikoşin. Civak Êzidî navê Şehîd Dijwar li ser zarokên xwe danîne, ev jî dilsozaya gel a bi şehîdan re diyar dike.”

‘Ji bo vegerin Şengalê xiyanet pêşxistin’

Qasim balkêşa li ser îxaneta PDK’ê û MîT’ê ku li Şengalê pêşxistiye û got; “”Plana li ser Şengalê danîn ku vegerin Şengalê, îxanet bi pêşxistin û civaka Êzidî êşandin, vê jî wisa kir ku heya dawî em wek civaka Êzidî li dijî wan îxanetkaran derkevin. Dema hun civakekê biêşînin êdî tu hêviyê nekin ku carek din ew civak bi weve bê girêdan. Şehdeta Heval Dijwar erka ku li ser milê mebû zêdetir kir, lewma her kesekî dinava sazî û dezgehên rêveberiya xweser de kar dikin, pêwîste xwe wek şagirtekî Şehîd Dijwar bibîne û li keda wî xwedî derkevin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button