‘Bi peymanê dixwazin Êzidiyan ji Şengalê derbixin’

Li dijî gef û zextên hukumeta Iraqê li ser Şengalê, li ser peymana 9’ê Cotmehê her diçe bertek û nerazîbûn zêde dibe. Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad derbarê geşedanên herî dawî de nirxandinên girîng kirin û wiha got: "Di navbera sînorê Rojava û Şengalê de 2 hezar û 500 leşker hatine bicihkirin, ev pêşî li metirsiyê vedike"

Derbarê naveroka “Peymana Şengalê” û amadekariyên ji bo pêkanîna peymana Hewler-Bexda de Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî û  û got ev yêk pêşî li metirsiyan vedike.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad destnîşan kir ku kesên ku ji DAIŞ’ê reviyan û çûn nikarin careke din qala parastina civaka me bikin û wiha axivî: “Di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Bexda û Hewlerê de peymana Şengalê hat îmzekirin. Her kes baş dizane ku ew peyman ji derveyî vîna civaka êzidiyan hat îmzekirin. Bêyî vîna Şengalê dîsa dixwazin ku li ser qedera wan biryar bidin. Ew hêzên ku Şengal teslîmî DAIŞ’ê kirin û ew komkujî, qirkirin pêk anîn û reviyan dixwazin îro careke din bikevin Şengalê. Dîsa dixwazin beyî vîna êzidî lîstokên xwe yên qirêj li ser Şengalê bimeşînin. Em dikarîn bibêjin ev peyman li ser esasê tifaqeka siyasî hatiye îmzekirin. Bi plan û daxwazên dewleta Tirkiyeyê ev peyman hatiye erêkirin. Bi riya vê peymanê dixwazin ku di Şengalê de êzidiyan jê derbixin. Dixwazin careke din civaka êzidî bi qirkirinekî re rûbirû bimîne. Çimkî em hemû dizanin piştî fermana 74’emîn de civaka êzidî rabû ser piyan û hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Keç û xortên êzidî îro parastina axa xwe û gelê xwe dikin. Îro bi van peymanan dixwazin ku careke din êzidiyan bixin ber metirsiya qirkirinê. Çimkî hem êzidî bi xwe dizanin û hem jî em weke gelê kurd bi giştî û tevahî cîhanê êdî dizane ku kes nikare civaka êzidî biparêze. Loma civaka êzidî vê peymanê weke fermaneke nû şîrove dike. Jixwe daxwaziya dewleta Tirkiyeyê ew e ku bi taybet axa Êzidxanê dagir bike. Çima? Çimkî Şengal cihekê pir girîng û stratejîk e. Ji aliyê erdnîgariyê ve pir girînge. Ji ber vê dewleta Tirkiyeyê Şengalê ji xwe re weke metirsiyekî dibîne. Loma dixwaze roj bi roj planên xwe yên cuda bixe dewrê.”

‘ÊZIDÎ NAXWAZIN VÎNA XWE TESLÎMÎ KESÊN DIN BIKIN’

Murad di berdewamê de anî ziman ku li dijî Peymana Şengalê bertekên gel her ku diçin zêde dibin û wiha domand: “Lê ji hêla hikûmeta herêmê ve qebûlkirina van planan nayê qebûlkirin. Lê partiyên siyasî yên herêmê her çiqas ne anîn ser ziman jî ew bi xwe dibêjin ‘Em ne li gel vê tifaqê û peymanê ne û ev peyman derî li metirsiyeke mezin vedike’. Ev xetere îro ne tenê li ser Şengalê bi tevahî li ser Başûrê Kurdistanê ye. Çimkî her kes dizane ku planên dewleta Tirkiyeyê ne tenê yek e. Me dît li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê çawa êrişên xwe berdewam kirin. Li Efrînê dagirkerî heye û di cihên din de dagirkeriya xwe didomîne. Îro li ser Şengalê disekine. Loma em dibêjin ev peyman bi xwe re xetereyeke mezin wê bîne. Her çend ev 6 meh e li ser civaka êzidî şerekî derûnî bê meşandin jî ew li dijî vê yekê li qadan in. Êzidî naxwazin ku vîna xwe teslîmî kesên din bikin. Ew ê nekevin ber xeteriya dubarekirina fermaneke nû. Loma ew bi israr in û ji roja destpêkê heta îro li qadan in. Bi çalakiyên cuda li dijî vê peymanê disekinin. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî li dijî vê peymanê bertek hene. Kesek qebûl nake ku careke din civaka êzidî bi fermaneke din re rûbirû bimîne.”

‘JI BO GUHERTINA DEMOGRAFIYA ŞENGALÊ AMADEKARÎ HENE’

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad bal kişand ser xetereya peymanê jî û wiha pêde çu: “Heke ku peymanê pêk bînin wê pêşiya xeteriyeke mezin bê vekirin. Îro careke din amadekarî heye ku hêzên weke DAIŞ’ê bikevin Şengalê. Ji bo damizirandina rêveberiyeke ji bo Şengal dixwazin di destpêkê de Asayîşê desteser bikin. Ew hêzên ku nikaribûn parastina civaka êzidî bikin, wê çawa careke din vegerin û çawa ew li bendê ne ku baweriya civaka êzidî bi van hêzan were? Ev xetere ye. Loma em dibînin ku civaka êzidî bi hemû hêza xwe bi israre ku asayîşa xwe teslîmî keseke din neke. Xort û keçên êzidî bi xwe dikarin ku parastina ax û civaka xwe bikin. Diyar e ku beriya vê Peymanê hêzên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê nêzikî 2 hezar û 500 leşker li derdora derveyî Şengalê bi cih kirine. Di navbera sînorê Rojava û Şengalê de hatine bicihkirin. Niha amadekarî tên kirin û wextek hatiye xwestin ku hêzên Asayîşa Êzîdxanê derbikeve. Ji xwe ev demeke dirêje hem ji aliyên dewletên mezin û hem jî ji aliyê dewletên herêmî ve lîstokên qirêj tên amadekirin. Hewl didin ku van pilanan bixin meriyetê. Ji her aliyekî de em dibînin ku hewledanên wan hene. Jixwe di serî de dewleta Tirkiyeyê dixwaze pilanên xwe li ser civaka êzidî bide meşandin. Ji bo guhertina demografiya Şengalê amadekarî tên kirin. Ev bi xwe xeteriyeke pir mezin bi xwe re tîne. Dewleteke tirk çawa ku li Efrînê xebatên guhertina demografiyê meşandin, dixwazin heman polîtîkayê li ser Şengalê jî bidin meşandin. Loma em dibêjin di roja me ya îro de li dijî van pilanan û hewledanan helwesteke rêxistinî pêwîst e. Ne tenê ji bo Şengalê ji bo hemû pêkhatiyên Kurdistanê sekneke berxwederî girîng e. Ev pilan wê tenê bi Şengalê sînordar nebe û wê pilaneke berfireh bixin meriyetê. Loma divê bi lez û bez rê li vê xeteriyê bê girtin.”

‘DIVÊ CAREKE DIN LI BERÇAVAN DERBAS BIKIN’

Murad anî ziman ku Asayîşa Êzidxanê bi rihê xwe yê cewherî di heman demê de rûmeta hêzên Iraqê jî parast û got: “Şengaliyan tu caran hêzeke biyanî li ser xwe qebûl nekiriye. Bi taybetî jî ev peymana ku di navbera Bexda û Hewlêrê de hatiye îmzekirin, êzidî weke fermaneke nû û xetereyeke mezin dibînin. Gelê herêmê bi çalakiyên xwe dide xuyakirin ku dagirkerî li ser Şengalê nayê qebûlkirin. Naxwazin ku tu kes vîna wan bişkîne. Beyî vîna xwe ew keseke din qebûl nakin. Ji ber wê em dibêjin ev Peyman nayê qebûlkirin. Em wisa dibînin ku wê Şengalî li ber xwe bidin. Em dibînin ku pêkanîna vê Peymanê wê derî li şerekî mezin veke. Pêwîste careke din bi taybetî hikûmeta Iraqê vê peymanê li ber çavan re derbas bikin. Çimkî civaka êzidî ne wek civakek berê ye. Niha jiyaneke nû ava kirin e. Îro ciwanên êzidî parastina xwe dikin. Ne tenê parastina Êzidxanê, wan di heman demê de parastina xaka Iraqê kirin.”

‘TEVAHIYA MIROVAHIYÊ JI PARASTINA CIVAKA ÊZIDÎ BERPIRSYAR E’

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad diyar kir ku rabûna li dijî qirkirina gelê me berpiryariya her kurdekî ye û wiha got: “Weke KNK’ê me tu caran êrişên li ser xaka Kurdistanê qebûl nekirin. Her wiha bi taybetî jî em dibêjin êrişên li ser Şengalê nayên qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de xebatên me jî tên birêvebirin. Ev pilan ji hêla hêzên Kurdistanî ve dikarin bên xerakirin. Ev berpirsyariyeke civaka navnetewî ye jî. Ew fermana ku herî dawî li ser Şengalê pêk hat bêhurmetiya li dijî mirovahiyê bû. Ev ji bo mirovahiyê rûreşiyek bû. Loma tevahiya mirovahiyê îro ji parastina vê civakê berpirsyar e. Divê îro hemû pêkhateyên kurd piştgiriyê bidin Şengalê. Xwedî derketina berxwedana Şengalê erk û berpirsyariya her kurdekî ye. Dibe ku zirareke mezin bigihîje her kurdekî jî.”

‘BIHÊLIN BILA ŞENGALÊ ÊZIDÎ BI RÊ VE BIBIN’

Murad destnîşan kir ku pêwîste Şengal ji Şengaliyan re bê hiştin û vê bang kir: “Heke qirkirinek nû pêk were Bexda û Hewlêr jê berpirsyar in. Çimkî parastina Şengalê di destê herdû aliyan de bû. Parastina vê civakê erk û berpirsiyariya wan bû. Loma em dibêjin ji her kuştinekî berpirsyar in. Bila ev civak xwe bi xwe parastina xwe bike. Bila rêveberiya xwe bi xwe bi rê ve bibe. Çimkî tu kes wan bi qasî wan nas nake. Li ser axa Iraqê de xetereyek mezin heye. Rewşa aramî û asayîşê baş bi cih nebûye. Ji ber wê em dibêjin ku heger vê peymanê pêk bînin wê Tirkiye bigihîje miraza xwe. Ji hemû hêzên azadîxwez re bangawaziya me ew e ku bêdeng nemînin. Her saziyeke sîyasî, rêxistinên ereban ji vê Peymanê narazî ne û nerazîbûnên xwe anîne ziman. Loma em dibêjîn îro roj roja helwestê ye. Divê li dijî vê pilanê her kes helwesta xwe eşkere bike. Bi taybetî bangawaziya me ji jinan heye ku nehêlin xaka Şengalê û mirovahî bikeve xetereyê. Nehêlin ku rûmeta jinan bikeve xetereyê. Em dibêjin civaka êzidî bi xêra Asayîşa Êzîdxan û hêza YBŞ û YJŞ’ê li ser piyan e. Em bangê li Bexda û Hewlerê jî dikin ku neyên van lîstîkan û bihêlin ku êzidî Şengalê bi rê ve bibin. ”

ÇAVKANÎ: ZEYNEP DÛRGÛT-AJANSA MEZOPOTAMYA

Show More
Back to top button