Jinên Êzidî bi xweperwerdekirinê ji nû ve jiyanê ava dikin

Jinên Êzidî di Akademiya Şehîd Binevş de xwe perwerde dikin û bi wê lêhurbûnê li Şengalê jiyanê ji nû ve diraçînin. Jinên ku dewreya perwerdê qedandin gotin: “Perwerde ji bo her kesê pêdiviyek sereke ye. Em bi perwerdê hîn zêdetir dîroka xwe hîn dibin û dizanin ji niha û şonde jî çawan bikin. Ger beriya Tebaxa 2014’an em perwerdekirîbana dê rewş cuda ba.”

Şengal – Jinên Şengalê ji bo pêşengiya jiyanê bikin xwe perwerde dikin. Heya niha di biniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de gelek derwreyên perwerdê hatine dayîn. Jinên Êzidî di bunya Akademiya Şehîd Binevş a li Şengalê de dewreya perwerdê Şehîd Amarî ya 12 rojan dom kirî qedandin. Di serî de waneyên weke di civaka xwezayî de jin û rêveberî, zayendperestiya civakî û dîroka Êzidiyan di bin sernavên cuda de nîqaşên berfireh kirin. Jinên di dewreya perwerdê de cîh girtine bi coş û kelecan behsa rojên perwerdê û bang li jinan kirin ku xwe ji zanistî mahrum nekin.

“Em di perwerdê de hînî xwe rêvebirinê dibin”

Yek ji dayikên ku tevlî perwerdeya li Akademiya Şehîd Binevş buyî Zozan Şingalî wiha behsa pêwîstiya perwerdê kir: “ Yekê ku xwe perwerde bike welatê wê mala wê û Êzidîtî ya wê bibîrê tê. Ev perwerde Êzidiyatî ya me ya sedsalan û welatparêziya me anî berçavên me. Ji 3 yê Tebaxa 2014’an heta neha li ser jinên Êzidî her zilm hatiyê kirin, ji ber vê yekê jin çikas jî perwerde bibîne têrê nake. Hêviyên me di vê perwerdê de ewe ku em wekî jinên Êzidî bikaribin xizmeta gelê xwe bikin. Dost û dijminê xwe nasbikin û bi gelê xwe jî bidine naskirin. Em perwerde nebînin nikarin tiştekê bikin. Piştî ku me xwe perwerde kir em jî dikarin rabin ser xwe û li ber xwe bidin. Ev fikra ku Rêber Apo daye me wekî jinên Şengalê emê xwe rêve bibin û axa xwe azad bikin. Çi bi ciwanan çi jî bi dayikan be emê axa xwe azad bikin. Em wek dayikên Şengalê çi ji me tên xwestin em amadene bikin.”

“Bila jinên di kampande li Şengalê vegerin û xwe perwerde bikin”

Ji jinên tevlî perwerdê bûyî Kamo Şingalî jî bal kişand ser sedemên 74 fermanan ku hatine ser gelê Êzidî û wiha doman: “Beriya 3 yê Tebaxa 2014’an em perwerdekirîbana êrîşên hovane nedihat ser me. Heger hatiba serê me jî evqas keç û jinên me ne diket dest DAİŞ’ê û nedihat kuştin. Perwerde ya ku me li vir dît fikrê Rêber Apo ye. Ji bilî Rêber Apo kesek xwedî li me derneket û wî me ji dest dijmin xilas kirin. Wekî Rêber Apo gotî ye berî nan û av xwe perwerde kirin gîrînge. Pêwistiya her kesê bi xwe perwerde kirinê heye bi taybetî jî jin. Perwerde tiştekî başe, mirov ji tiştê ku xwe, ola xwe fêm dike sudê digire. Mirov di perwerdê de dîroka xwe fêm dike. Bi vê perwerdê re em nahêlin dîroka me wekî berê winda bibe. Êzidî yên di qampandan de jî bila vegerin Şengalê ku em Şengala xwe bi hev re ava bikin. Ger em ji hev re nebin destek, heta dinya heye em ser nakevin. Gelê me yên qampan jî bila bizivrin li ser axa xwe, xwe perwerde bikin û destê xwe bidin destên me ji bo em bi hev re çand û ola xwe bijîn. 3 yê Tebaxa 2014’an di serî de êrîşî jinan û qubeyên me kirin. Bi vî rengî dixwazin diroka Êzidiyan tine bikin. Heta jinek jî bimîne bi îzna tawusê melek em nahêlin dîroka me tine bibe.”

“Jin di perwerdê de bandor dibin û tên guhertin”

Dayika Meyan Şingalî jî ji me re behsa keyfxweşiya rojên perwerdê kir û got: “Em dayik û jinên ciwan me bi hev re dest bi vê perwerdê kir. Ev rojên perwerdê ji bo me kefxweşiyekî mezin bû. Me li ser gelek mijaran perwerda xwe dît, tayîbetî jî mijarên wekî şerê taybet, jiyan û jin ji bo me gelek giringin. Em dixwazin jin xwe perwerde bikin û ji bindestiyê derkevin. Bila êdî jin hemu rabin ser xwe, bese bindestî. Ev hezar salin jin bindestin, çavê wan girtîne, bêzimanin û pêşiya xwe nabînin, di bin zilm û zordariya zilam de ne. Bila êdî jin şiyar bibin. Bese ev çend bindestî. Em dixwazin gelê Êzidî xwe pêşbixe. Di nav gelê Êzidî de kî xwe perwerde dike û pêşengiym ji civakê re dike kir, dijmin ew kir hedef. Ji ber kes naxwaze em şiyar bibin û bi xwe xwe  rêve bibin, lê belê em nahêlin dijmin bi ser bikeve û emê rêveberiya xwe nedin destê kesê.”

ŞENGAL

Show More
Back to top button