‘Ezê bêdeng nemînim’

Welatiyek me yê Êzidî ku li Bakurê Kurdistanê jiyan dikir giliya êrîşkaran kir û got "Ezê bêdeng nemînim"

Welatiyek me yê Êzidî ku li Bakurê Kurdistanê jiyan dikir dixwaze cardin li gundê xwe vegere û jiyan bike lê belê cerdevanên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye birêxistinkirin êrîş biribûn ser wî û bi çekan gef lê xwarîbûn.

Suleyman Ozmen ê welatiyê me ye di sala 1979’an ji bêgavî ji Midyadê koç kiribû. Ruxmê tapu ya wî ya xanî û axa wî heye jî nahêlin vegeri gundê xwe û bi mirinê gefan lê dixwin. Li gora ajansa Mezopotamya parvekiriye Ozmen dibêje ew ji sala 2003’yan ve hewl dide vegere gundê xwe, lê belê tim hatiye astengkirin.

Suleyman Ozmen ê (65) ku êzidiyê bakurê Kurdistanê ye, di sala 1979’an de ji bêgavî ji gundê xwe Kfernas ê navçeya Midyad a Mêrdînê koç kiriye. Herî dawî dema di 12’ê Sibatê de xwestiye vegere gundê xwe bi êrîşekê re rû bi rû hatîbû.

Nîzamettîn Çelebî ku îdia dike xwediyê gund e, tevî xizmên xwe û hin cerdevanan êriş biriye ser Ozmen. Di êrişê de dîwarê hewşa Ozmen ku nû çêkiriye, bi kemçeyan hatiye xerakirin. Her wiha di êrişê de mil û pêyên Ozmen jî birîndar bûne. Ozmen, giliyê van kesan kiriye û ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê daye.

Ozmen got: “Ji min re gotin, ‘Çi îşê te li van deran heye. Ez ê te bikujim.'” Ozmen, destnîşan kir ku bi vî awayî ji gund hatiye qewirandin.

Ozmen, bilêv kir ku di sala 2003, 2004 û 2005’an de jî hewl daye vegere gund, lê belê heman kesan êriş biriye ser wî û wê demê ji ber êrîşan 3 hefteyan li nexweşxaneyê tedawî bûye. Ozmen, destnîşan kir ku heya niha li ber vê tahde û zulmê deng nekiriye, lê belê ji niha pê de wê bêdeng nemîne û got: “Heger dewlet hebe, heger mafên mirovan hebe, wê ev kes bên cezakirin.”

ÇAVKANÎ: AJANSA MEZOPOTAMYA

Show More
Back to top button