Çalaki ji bo piştgiriyê zêde dibin

Heya niha li dehan bajaran ji bo piştgiriya xelkê me çalakî pêk hatine. Van rojan jî gelek çalakî li dewletên cûda cûda pêk hatine. Ger em yêk bi yêk ji bo rêz bikin

Li ser bertek û nerazîbuna xelkê me li hemberî peymana 9’ê cotmehê, zext û gefên hukumeta Iraqê li dijî rêxistinbûn û hêza parastinê her diçe piştgiriyek mezintirîn kom dike.

Heya niha li dehan bajaran ji bo piştgiriya xelkê me çalakî pêk hatine. Van rojan jî gelek çalakî li dewletên cûda cûda pêk hatine. Ger em yêk bi yêk ji bo rêz bikin:

HAMBURG

Çalakiya li bajarê Elmanya Hamburgê pêt hat de mîtînga protestoyî bû. Li mîtingê nivîskar û parêzvanê mafê mirovan Anja Flach axaftinek kir. mîtinga protestoyî ya li semta Sternschanze ya Hambûrgê de pêkhat de li ser lîstokên qirêj ên li ser herêma me bal hate kişandin. Flach jî di axaftina xwede ji hikumeta Iraqê pirsî bê ka ji bo parastina vî gelî ku duh ji aliyê çeteyên hov ên DAÎŞ’ê ve bi qetlîamê re rû bi rû hatin li kû derê bûn. Flach heman demî li hemberî siyasetên dagirkerî û pêvekirinê banga hişyariyê li raya giştî re kir. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” bidawî bû.

OSLO

Çalakiya li Norveçê li bajarê Oslo pêkhat li ber Sefaretxaneya Iraqê hate pêkanîn. Li wir jî armanc şermezarkirina peymana Bexda-Hewlêr û xwedîderketina Şengalê bû.  Kurdistanî û Norveçî tevlî çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Solîdarîtet med Kurdistanê ve hatî organîzekirin bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre belavokên bi zimanên Norveçî, Îngilîzî, Erebî û Kurdî hatin xwendin.

Aktîvîsta jin Lîda Wêrt û li ser navê Komîteya Başûr a KCDK-E Omer Emîn her yek axavtinek pêşkêşkirin. Di axaftinan de hate bibîrxistin ku peymana di navbera Bexda û Hewlerê ku tunekirina Hêzên Parastina Şengalê (YBŞ-YJŞ) plan dike û hat gotin: “Em ji bo xwedîderketina Şengalê li vê derêne. Em ê tu carî Şengalê bi tenê nehêlin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Şengal ne bi tenê ye”, “Bijî berxwedana Şengalê” û “Piştewanî ji Kurdistanê re” bi dawî bû.

HELSİNKİ

Kurdistaniyên Fînlandiyayê jî li paytext Helsînkî siyaseta Iraqê ya li ser Şengalê protesto kirin. Çalakîya komek Kurdistanî li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê pêkhat.

Çalakvanan peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê ya navbera Tirkiye-Iraq û PDK’ê li ser Şengalê hatibû îmzekirin, protesto kirin. Di çalakiyê de daxwuyaniyek hate dayîn û daxwaz ji hikûmeta Iraqê hate kirin ku baldar tevger bike û nekeve lîstikên Erdogan û PDK’ê.

Li ser çalakiyê Sefîrê Iraqê bi Kurdan re civiya û guh da daxwazên çalakvanan. Li aliyê din Kurdistaniyan daxwazên xwe bi zimanê Îngilîzî radestî rayedarên sefaretxaneyê kirin.

Sefîrê Iraqî jî soz da Kurdan ku daxwazên wan bigihînin hikûmeta Iraqê.

KOPENHAGEN

Li Danîmarka bajarê Kopenhagê jî gefên li ser Şengalê hate protesto kirin. Çalakiya li paytext pêkhat li pêşiya sefaretxaneya Iraqê pêkhat.

Dı çalakiyê de dirûşmên ‘Şengal vîna me ye, dest nede vîna me’, ‘Bijî Bexwedana Şengalê’, ‘Destê xwe ji Şengalê vekişînin’ û ‘Qatil Erdogan’ hatin qîrkirin.

Dosyaya hatibû amadekirin pêşkêşî sefaretxaneyê hate kirin.

STOKHOLM

Li paytextê Swêdê Stokholmê jî çalakiya xwedîderketina li Şengalê hebu. Li wir jî çalakî li ber Sefaretxaneya Bilind a Iraqê pêkhat. Di çalakiyê de gefên li ser Şengalê hate şermezar kirin û hate xwestin ku statuya Şengalê li gel rêveberî û saziyên xwe bê qebûlkirin.

Kurdên ji çar aliyên Kurdistanê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li ber Sefaretxaneya Bilind a Iraqê ya li Stockholmê li hev kom bûbûn. Kurdistaniyan bi dirûşmên xwe li ber gefên li ser Şengalê rabûn û piştgirî dan berxwedana xelkê me ku ji 9’ê Cotmeha 2020’î û vir ve li ser piyan e.

Çalakgeran her wiha nameyek bi daxwaza naskirina rêveberiya xweser a Şengalê radestî rayedarên Sefaretxaneya Bilind a Iraqê kirin.

Di dawiya çalakiyê de bi zimanê Swêdî daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ew bi xelkê Şengalê re ne.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button