Cîgîrê Berpirsê Operasyonên Nînovayê li Şengalê ye

Cîgirê Berpirsê Operasyonên Nînovayê Necîm Ehmed Xilêf li Şengalê ewlekariya hilbijartinê şopand û got: "Rewş arame û her kes bi bawerî û bi dilê xwe dengê xwe bikar tîne."

Li seranserê Iraqê dengdana ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê di saet 07:00’an de destpê kir. Piştî sala 2013’an Iraq carek din ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan îro diçe ser sindoqan. Xelkê Şengalê jî ji bo nûnerên xwe ên rast hilbijêrin, ji danê siharê ve diherikin ser sindoqan.

Cîgirê Berpirsê Operasyonên Nînovayê Necîm Ehmed Xilêf îro ji bo şopandina ewlekariya hilbijartinê li Şengalê bû.

Xilêf diyar kir, hilbijartin li Şengalê di atmosfereke aram de derbas dibe û got: “Îro em li hilbijartinên rojavayê parêzgeha Neynowayê li milê Xanesorê û Şengalê amade bûn. Rewş arame û her kes bi bawerî û bi dilê xwe diçe, dengê xwe bikar tîne. Bi hêviya ku aramî dewam bike û kesê ku baş dibînin û hêviyê dide civakê were hilbijartin ku nûnertiya wan bikin.”

ŞENGAL/ROJNEWS

18/12/2023

Show More
Back to top button