Jinên Şengalê: Îro roja guhertinê ye!

Jinên Êzidî bi idiaya pêşxistina siyaseteke nû bi hêviyeke xurt diçin dengdana encûmena parêzgeha Nînowayê. Berdevka TAJÊ Riham Hico destnîşankir ku roja hilbijartinê roja guherînê ye û ev peyam da: "Em bang li gelê Şengalê dikin û dibêjin îro roja guhertinê ye. Emê biçin ser sindoqan û guhertinê çêbikin.''

Li seranserê Iraqê dengdana ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê di saet 07:00’an de destpê kir. Piştî sala 2013’an Iraq carek din ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan îro diçe ser sindoqan. Xelkê Şengalê jî ji bo nûnerên xwe ên rast hilbijêrin, ji danê siharê ve diherikin ser sindoqan.

Ji bo hilbijartinên encûmena parêzgeha Nînowayê li Şengalê coş û kelecana dengdanê xurte. Ji saetên sibehê ve bi hezaran Êzidî û ji gelê Ereb diçin ser sindoqan û dengê xwe didin. Bi taybet jî jinên Êzidî, bi iddiaya ku di siyaseta desthilatdariyê de guhertinê bikin, bi hêviyeke xurt berê xwe didin sindoqan.

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico jî li Zorava dengê xwe bikaranî. Riham Hico piştî dengdanê bi peyameke kurt bang li hemû civaka êzidî û bi taybet jinên êzidî kir da ku biçin dengdanê û got: “Me dengê xwe ji bo namzetê xwe Qasim Keşko da. Gelê me ji hilbijartinên demên borî bêzar bûn, ji ber ku ew kesên li ser navê civaka me çûn parlamenê ji bo berjewendiyên xwe kar kirin. Ji ber vê, îro jî em bang li gelê xwe dikin ku eger dengê xwe rast bikar neynin û nedin namzetê xwe wê ev tişt dubare bibe. Namzetê me xwedî nêrîn û siyaseta Şengala xweser û azade. Eger gelê me dixwaze di siyasetê de guherîn çêbike, pêwîst e herkes dengê xwe bide wî kesî ku di nav civakê de xwedî ked e, xwedî rêxistin e.”

‘Ji bo guhertinê me dengê xwe da Qasim Keşko’

Berdevka TAJÊ Riham Hico destnîşankir ku dengê civaka Êzidî ji bo guhertina siyasetê ye û wiha berdewam kir: “An emê guhertinê çêbikin û civaka Êzidî wê bibe xwedî nasname, an jî wê car din hin kes li ser navê me bixwin û vexwin, ji xwe re û ji malbata xwe kar bikin. Em bang li civaka Êzidî, bang li gelê Şengalê dikin îro roja guhertinê ye. Emê biçin ser sindoqan û guhertinê çêbikin. Emê dengê xwe bidin Qasim Keşko, hejmar 34 bi ser lîsteya 134.”

‘Ji malên xwe derkevin û dengê xwe bidin’

Yek ji dayikên pêşeng ên Şengalê Dayê Zozan jî piştî ku çû û dengê xwe bikaranî bi van gotinan bang li civaka Êzidî û jinên Êzidî kir: “Hêvî û daxwaza me ji gelê Êzidî heye ku bêtir were ser sindoqan, îro roja hilbijartinê ye werin li wîjdanê xwe bibin xwedî. Me divê îro em ji malên xwe derkevin. Dengê xwe bidin xwe, dengê xwe nedin kesên derveyî xwe.”

Show More
Back to top button