‘Jin bi xwe xwe jiyana xwe bi rêve bibe’

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya ku bi ser miletê me yê Êzidî de hatiye roj bi roj jinên Êzidî xwe perwerde dikin û bi rêxistin dikin. Bi hemu hêza xwe ve jinên Êzidî hewildidin jiyana xwe bi xwe û bi hêza xwe ve bi rêve bibin, ji bo vê yekê jî Dayika Neîme ya ku li Nehyeya Sinunê jiyan dike da diyar kirin ku jin bixweze xwedî hêz û baweriye. Dikare bi xwe xwe civakê jî bi rêve bibe.

Neîme  Xelef ku li Gundê Hîrîko yê girêdayîn Nehyna Sinun a Şingalê ye di derbarê rewşa jiyana gundê xwe de ya li Nahiyeya Sinunê axivî û got: “ Ez di serî de bi xêrhatina Radiyo Dengê Çira Şingalê dikim. Ez niha weke jinek Êzîdî di ber vî gundî de berpirsyar im. Her pisgirêkek gund derdikeve ez pê re mijûl dibim û pê re eleqdar dibim û her wiha ji cihên eleqedar re dibêjim. Dîsa deng û daxwazên vê taxa ku ez tê de jiyan dikim digihinim saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şingalê û saziyên din. Niha bi alîkariya Meclîsa Gal a Sinunê me li vê taxa xwe  muwelîdeyekî qehrebê daniye û em pêwîstiyên xwe yên qehrebê pêk tînin.  Ev gelek ji bo mehelê baş bu û bi feyde bu. Daxwaza me jî ew e ku riya ku tê nava gundê me jî ji me re çêbikin. Em jî ji vê yekê gelekî kêfxweş bibin. Niha jî şêniyên gundê me jî li vê derê kirime berpirsiyara gund. Ez jî weke berpirsekê vê gundî ereka min ew e ku heta ku ji destê min tê bibim alîkar bi miletê xwe re. Carê dema ku di nava gund de pirsgirêk derdikevin yek ser bang min dikin û ez jî bi hemû hêza xwe ve hewl didim bi hêze çareseriyê.”

Naîme Xelef  di berdewamiya gotinên xwe de balê dikişîne ser aramiya Şengalê ê û wiha pêde çû: “Em jî dixwezin hemû miletê me vegerin ser cih û warê xwe û gotinên ti kesekî jî bawer nekin ku Şingal ne arame. Şingal ne weke gotina yek kesekî ye jî, yê ku bawernake jî bila were bi çavê xwe bibîne. Ev bu pênc salê min li vê derê me min ti  tede û nebaşî ne dîtiye. Tam berevajî wan gotinan e.  Şingal gelekî xweş e û em kêfxweşin bi vegera xwe û Her tiştê me jî heye. Xelkê me yê ku li kampan jiyan dikin dibêjin Şingal ne arame, bila kes ji wan bawer neke û ez bang dikim ku her kesek vegere ser cih û warê xwe û her ji wan kampan bi ewletir e. Tenê xelkê me yên kampan hatine tirsandin û yê ku dibêje Şingal ne arame dijminê Şingalê ye.”

Dayê Neîme bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Jin her dem li berxwe dide û li ser lingên xwe disekine. Jinên Êzidî bi taybetî piştî ku perwerde dîtin êdî fêmkirin çawa têkoşînê bikin li hemberî civakê. Ez jî weke jinekê piştî ku fêr bûm karê xwe bikim û mane jî da êdî gotinên xelkê ji bo min ne xeme. Ji bo wê pêwîste jin tu carî gotinên bi vî rengî guhdar neke. Dema ku min nû dest bi karê xwe kiriye bavê min got tu yê çawa karibê vî karî bikî, tu jinek î û tu yê rastî gelek zehmetiyan  jî werî. Em bi vê hêvî dikin ku jin her dem bi serkeftî jiyana xwe biborîne.”

RADYO ÇIRA ŞINGAL

Show More
Back to top button