Ciwanên Êzidî li dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê kon vedan 

Dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidîxanê çalakiya konvedanê despêkirin.

Komploya navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an despê kir û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê komployê 15’ê Sibata 1999’an dîl hatibû girtin. Wek berdewamiya komployê 9’ê Cotmeha 2020’an de jî ji aliyê dewleta Tirk, PDK û Iraqê ve peymanek li dijî Xweseriya Şengalê îmza kiribûn. Bi van komployan xwestin fikrê jiyana azad a ku di nav civakê de hatibû çandin, bişkînin. Lê bi taybet berxwedaniya Rêber Apo a li Îmraliyê û bi tekoşîna gelan re ev komplo vala hatin derxistin.

Îro jî li Geliyê Kersê, li Baxçeyê Serokatî bi peşêngiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidîxane li dijî komploya navnetewî û peymana 9’ê Cotmehê çalakiya konvedanê hat depêkirin. Ji bo piştgiriya çalakiyê ji çar aliyên Şengalê gel berê xwe didin cîhê çalakiyê. Çalakiya kon wê 3 roj berdewam bike.

Piştî kon hate vedan axaftin hatin kirin. Li ser navê Tevgera Jinên Ciwanên Şengalê Sara Botan axivî. Sara di despêka axaftina xwe de xêrhatina mêvanan kir û got: “Çalakiya konvedanê ji ber komployên 9’ê Cotmehê ye. Wekî em hemû dizanin ku 9’ê Cotmehê hem li ser Serok Apo komployek hate kirin û hem jî peymana li ser Şengalê hate îmzakirin. Çiqas fikrê Serok li nava Şengalê belav dibe erîşên ser Şengalê jî zedetir dibe. Bersiva hemû erîşên ku têne ser me jî xwe di fikrê Serok Apo de hîn zedetir kûr kirine. Çawa fikrê Serok Apo me di 2014’an de ji fermanê xilas kir, em jî ji bo xwedî derketina Serok Apo di pêşengtiya Jinan de çalakiya konvedanê despêdikîn. Em bi peşengtiya jinan re komployan vala derxinin.”

‘Ew konê rûmetê ye’

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî Riham Şengalî axivî û got: “Em wekî dayîkên Êzidî tevli çalakiyên dijî komployê dibin. Ewê ku me li fermanan xilas kir fikrê Serok Apo bu ji ber vê ji bo Serok çi ji me were xwestin emê bikin. Em erîşên ku li ser me têne kirin qebûl nakin û berpirsên wan erîşan şermezar dikin.”

Herî dawî jî Endamê Meclîsa Gel a Digurê Musa Şengalî axivî û got: “Beriya hemu tiştî xêrhatina we dikim. Ev kon konê xîretê û rûmetê ye. Ewqas ferman li ser me hatin, ji bilî Serok Apo kesek nehate hawara me. Hezên ku di nav Şengalê de bûn wekî PDK û Iraq me di destê DAIŞ de hiştin û reviyan. Em îro deyndarê Serok Apo ne.”

Piştre çalakiya kon bi girtina dîlanê dewam dike.

Her wiha sibe saet 14:00’an li Sinûnê meşek were li darxistin û di dawiya meşê de serdana konê çalakiyê were kirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button