Berxwedana xelkê me bi biryardarî dewam dike

Çalakiya ku xelkê me ya li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û ji bo naskirina statuya Şengalê dabû destpêkirin di roja xwe ya 109’an de berdewam dike

Berxwedana xelkê me ku 2’yê Kanûna 2020’an de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike.

Çalakiya bi dirûşmeya, “Em hemû asayiş in” tê meşandin her roj bi komek nû tê meşandin. Her wiha bi sedan kes serdana çadira berxwedanê dikin û destek didin.

Welatiyên me diyar dikin ku heya daxwazên wan pêkneyên ewê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Show More
Back to top button