Kovan Îdo ya ji aliyê YPJ’ê ve hate rizgarkirin, gihişt Şengalê

Jina ciwan a Êzidî Kovan Îdo ku 2014’an ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê, di encama operasyona QSD’ê ya kampa Holê de hate rizgarkirin, TAJÊ ew gihand malbata wê. Kovan ji bo pêşwaziya germ ya jinên Şengalê spasî kir û got: “Bi vî awayî pêşwazîkirin, ji bo min hesteke gelekî xweşe. Çawa bi dilekî xweş vegeriyam nava malbata xwe, hêvî dikim hemû dîlên din jî bi vî awayî vegerin malên xwe.”

Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hevkariya QSD’ê û YPJ’ê meha Sibatê operasyoneke din a ‘Mirovî û Ewlehiyê’ li Kampa Holê ya li Hesekê da destpêkirin. Di wê operasyonê de jineke din ya Êzidî ya bi navê Kovan Îdo (26) ya 3’yê Tebaxa 2014’an ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê û 16 salîbû li kampa Holê dijî, rizgar kiribûn. Kovan paşê radestê Mala Êzidiyan ya Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin. Mala Êzidiyan jî Kovan Îdo bi rêya hêzên ewlekariyê gihand hêzên YBŞ û YJŞ’ê.

Show More
Back to top button