Heso Îbrahîm bang li Êzidiyan kir: Rê nedin zarokên we bên xapandin 

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm derbarê êrişa ser Meclîsa Gel a Sinûnê de got; “Kesên xwe wek berpirsên hêzên Parastina Êzdiyan binav dikin, ji bo tevlîhevkirina Şengalê, pêşengtiyê dikin û bi daxuyaniyên xwe, xwe dikin hevkarê êrişan. Dema êriş çêbû, MÎT û PDK li Hewlêrê bi alîgirên PDK’ê re dicivînê de bûn. Em bang li hemû Êzidiyan dikin, rê nedin zarokên we ji aliyê dijmin ve werin xapandin.”

Di 15’ê Hezîranê de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk Meclîsa Gel a Sinûnê, Kirtasiye û dikanên derdorê hedef girt. Li gorî agahiyên fermî yên ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hatine dayîn, di encama êrîşê de zarokê 12 salî yê bi navê Selah Nasir jiyana xwe ji dest daye, 7 welatî jî birîndar bûne.

Bi despêkirina vê êrîşê re ragihandina ser bi PDK’ê wekî ku êrîş li ser navenda Asayîşa Êzdîxanê yan jî YBŞ’ê pêkhatibe nûçeyan belavkirin. Hîn cenazeyê zarokê 12 salî li erdê, kesên ser bi PDK’ê xwestin gel rêxistin bikin û li dijî sazî û dezgehên Rêvberiya Xweser a Şengalê rakin. Lê ev plana ku Heyder Şeşo piştgiriya wê dikir bi serneket.

‘Êriş bi plan bû’

Li ser van mijar û hewldanên nû yên ji bo provaksyonan, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê Heso Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

Heso di despêkê de sersaxî ji malbata şehîd û ji bo birîndara jî şîfaya xêrê xwest. Heso dibêje; “Ev ne cara yekeme gelê me û rêveberiya xweser rastî êrîşan tê, em dizanin ku ev wê ne êrîşên dawî jî bin. Ji ber ku em bi navê Êzdiyan û xelkê Şengalê têkoşîna xwe didin meşandin.  Beriya niha li ser Meclisa Xanesorê û hevalê me Dijwar Feqîr (Merwan Bedel) jî êrîş pêk hat. Lê ev êrîşa ne weka wan êrîşan bû jiber gelek cûdahî di navbera vê êrîşê û yên din de heye. Ev êrîş bi plan pêkhatiye, ne tenê liser rêveberiya xwesere, êrîşa liser Meclisa Gel a Sinûnê li ser civaka Êzidî pêkhatiye û bila tu kes xwe ji vê xwe nede paş û nexapîne.”

Îbrahîm behsa çalakiya ciwanên serbixwe ên ser bi PDK’ê ku nêzî 40 roje li Sinûnê dewam dike jî kir. Heso got: “Ev zêdetirî 40 rojin li Sinûnê  binavê ciwanên serbixwe çalakiyek dewam dike, êrîşa artêşa Iraqê a li ser Dugur û Sinûnê, jî ji vê êrişê nequtin. Beriya niha PDK’ê bi derew û şerê xwe yê taybet xwest Şengalê ji gel vala bike, lê bi vê yekê jî bi ser neket. Vê carê jî bi êrîşan dixwazin vê yekê bikin.  Şerê taybet û planên PDK’ê yên li ser Şengalê ji êrîşên dewleta Tirk yên  liser civaka Êzidî ne cuda ne. Niha li Şengalê hin kes çalakiyan dikin û xwe wek kesên serbixwe dibînin lê ev ne rastin, kesên pêşengtiya van çalakiyan dikin ku dixwazin gel li dijî rêvberiya xweser rakin, em nas dikin. Tu elaqeya van kesan bi serbixweyî ve nîne û ji aliyê PDK’ê ve hatine bi rêxistinkirin.”

‘Şeşo xwe dike hevkarê êrişan’

Liser hewildanên berovajî kirina êrîşa liser Meclisa Sinûnê a ji aliyê PDK’ê ve, Heso Îbrahîm da diyakirin ku Heyder Şeşo çiqasî xwe wek kesekî berpirs ji hêza parastina Êzdîxanê bibîne jî, lê ew wî wisan nabînin. Heso got ku hêza Heyder Şeşo tenê hêzek girêdayî malbata Şeşo bi xwe ye. Heso di dewamê de got ku Şeşo bi daxuyaniyên xwe, xwe dike hevkarê êrişa ser Sinûnê wiha domand; “Heyder Şeşo di dema axaftina xwede liser hin dezgehê ragihandê dabû diyakirin ku li Meclisê de cîvînek heye û gelek agahî dabûn. Bi van gotinên xwe Şeşo xwe dike hevbeşê van êrîşan û destê wan jî di van êrîşan de heye.”

‘Mît û PDK di civînê de bûn’

Li ser hevdîtina li Hewlêrê ku di navbera PDK , MÎT û hin  kesên ji Şengalê de pêkhatibû,  Îbrahîm agahiyên zêdetir da û  got: “Di dema êrîş li ser Meclisa me pêk hat, 10 kes ji van ciwanên ku li Şengalê xwe wek kesên bê alî didin naskirin, bi PDK’ê û îstixbarata Tirkiyê re li Hewlêrê di hevdîtinê debûn. Ev kesên beşdarî civînê bûne, yek bi yek navê  wan li gel me heye û em wan baş nasdikin.”

‘Rê nedin zarokên we werin xapandin

Cîgirê Hevserokatiya  Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm herî dawî ev bang kir; “Em bang li wan kesên xwe firoş dikin bila êdî nebin sîxur ji dijmin re ku rojane xwîna Êzdiyan dirêjin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, xwe ji van kesan dûr bikin û rê nedin ku bi kesên xwe firoş re dijmin bigihin armanca xwe. Em  bang li dayîk û bavan dikin,  rê nedin zarokên we ji aliyê dijmin ve werin xapandin û bibin hevkarên dijmin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button