Wezareta Karên Derve ya Iraqê: Emê dijî êrişên Tirkiyeyê tedbîrên pêwîst bigrin

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê balkêşa ser êrişa dewleta Tirk ya li ser Meclîsa Gel ya Sinûnê û hate gotin; “Êriş û bombebarankirinên dewleta Tirkiyeyê, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û em bi tûndî şermezar dikin. Emê dijî êrişên Tirkiyeyê tedbîrên pêwîst bigrin.”

Di 15’ê Hezîranê de balafirek bi çek û bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker, avahiya Meclîsa Gel ya Sinûnê a ser bi Şengalê bombekir. Di encama êrişê de zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest dabû û 7 kes jî birîndar bibûn.

Li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker, Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyek belavkir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş binpêkirinên eşkere yên serweriya xaka Iraqê ne û êriş bi zelalî li ser ewlekarî û welatiyên sivîle. Wezaretê da zanîn ku di encama êrişa ser Sinunê de welatiyek şehîd bûye û hinek jî birîndar bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Êriş ewekariya Iraq û aramiya xelkê dike hedef û dijî êrişan pêwîstî bi helwestek yekgirtû heye. Emê dijî êrişên Tirkiyeyê tedbîrên pêwîst bigrin.”

ROJNEWW-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button