KCK’ê derbarê êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê daxuyanî da

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Meclîsa Gel a Sinûnê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Hikumeta Kazimî ku hertim qala aramiya Şengalê dike, lê beramberî êrişê bêdenge, bêdengî tê wateya erêkirin. Divê Iraq, bi taybet gelê Başûr dijî êrişan xwedî helwest bin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “15’ê Hezîrana 2022’an Meclîsa Gel a Sinûnê ya ser bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser hev hatiye bombekirin. Di vê êrişê de Saleh Xidir Naso yê 12 salî şehîd bû, xebatkarê çapemeniyê û zarok jî di nav de 7 Êzidî birîndar bûn. Em Saleh Xidir Naso yê di vê êrişa qirker a li dijî mirovahiyê de şehîd bû bi rêzdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbata wî û civaka Êzidî re dixwazin. Ji endamên civaka Êzidî yên di vê êrişê de birîndar bûne re şîfa xêrê dixwazin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn, rejîma Erdogan aniye ber hilweşînê û wiha hate gotin: “Ji bo berfirehkirina serwerî û mêtingeriya dewleta Tirk, bi armanca jinûve avakirina dewleta Osmanî, li her qadê êrişî gelê me dikin. Di vê çarçoveyê de eşkere ye ku li ser Başûrê Kurdistanê, ji Mûsil heta Kerkûkê planeke xwe ya dagirkeriyê heye. dewleta Tirk bi alîkaryia PDK a ku hevkariyê pê re dike, xwe gihandiye heta nava Iraqê, hewl dide plana xwe ya dagirkeriyê gav bi gav pêk bîne. Li dijî dagirkirina Kurdistanê, gerîlayên PKK’ê bi lehengî li ber xwe didin. Dewleta Tirk a ku li pêşberî vê berxwedanê îradeya xwe şikiya ye, çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne. Li gel van rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê, her wiha tevî alîkariya PDK’ê jî nekarî encama ku dixwest bi dest bixe, daxwaza dagirkeriyê ji ber derbên gerîla di ber de maye.

Dewleta Tirk a qirker ku li pêşberî gerîlayên azadiyê bêçare maye, êrişên qirker ên li ser qadên azad hemûyan zêde kiriye. Li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, her wiha bombeyan li xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dibarîne. Li kampa penaberan a Mexmûrê ku di bin berprisyariya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê de ye, bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne, di heman demê de zarok û xelkê me yê Êzidî ku ji qirkirinê rizgar bûye, qetil dike. Planên ji bo dagirkirina Rojava bi rengekî eşkere ji tevahiya cîhanê re radigihîne, sivîlên bêparastin di malê wan de qetil dike. Erdogan ê şefê faşîst, bi bêdengiya hêzên li herêmê van êrişên xwe yên qirkirinê dewam dike. Komkujiya herî dawî ya ji ber vê bêdengiyê hate kirin, li navenda Sinûnê ya ser bi Şengalê pêk hat.

Divê Iraq xwedî helwest be

Şengal herêmeke ku di bin berpirsyariyar Iraqê de ye. Hikumeta Mistefa Kazimî ku her gavê qala aramî û ewlehiya li Şengalê dike, li pêşberî vê êrişa dewleta Tirk ku welatiyên Iraqê yên Êzidî qetil dike bêdeng e, ev bêdengî manîdar e. Ji bilî erêkirin û pejirandina êrişê ti wateyeke vê bêdengiyê nîne. Li hemberî vê êrişa giran a li dijî ewlehiya welatî û serweriya Iraqê; bêdengiya hikumeta Kazimî nîşan dide ku bi nêzîkatiya wî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi çi rengî ye. Ev bêdengî cesaretê dide dewleta Trik a dagirker. Em tevgereke welê ne ku ji aliyê dîrokî û siyasî ve mêtingeriya dewleta Tirk baş nas dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca Osmaniya nû siyaseta fetihkirin û parçekirina xaka Iraqê dimeşîne. Bêdengiya hikumeta Kazimî ya li ser dagirkirina xaka Iraqê û qetilkirina welatiyên Iraqê, cesaretê dide dewleta Tirk. Ji ber vê yekê jî em bang li hêzên civakî û siyasî yên Iraqî dikin ku li hemberî van êrişan helwestê nîşan bidin, mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk bixin nava liv û tevgerê û plana dagirkeriyê ya li ser Iraqê têk bibin.

Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî

Ji ber qirkirina li ser Êzidiyan berpirsyariyên Netewyên Yekbûyî û saziyên wekî UNAMI heye. Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê û saziyên pêwendîdar, ligel ku teyît kirine dewleta Tirk a dagirker êrişî civaka Êzidî û cih û warên sivîlan kiriye jî lê di nav bêdengiya wekî hevkariya sûc de ne. Di van êrişan de Neteweyên Yekbûyî ji ber polîtîkaya xwe ya bêdengiyê cesaret daye hêzên ku qetlîam kirine. Balefirên şer û keşfê yên dewleta Tirk a dagirker qada hewayî ya Iraqê ya di bin berpirsyariya DYE de bi kar tînin. Berê jî qada hewayî ya Iraqê ji êrişên Tirkiyeyê re vekirîbûn û berpirsyariya DYE ya di vî warî de hatibû rojevê. Lê bi qasî ji êrişa li Sinûnê tê fêmkirin, di van qetlîamên dewleta Tirk de berpirsiya van hêzan hene ku qada hewayî ya Iraqê bi kar tînin. Jixwe ji bo vê berpirsyariya xwe sivik bikin, bêyî ku navê TC’yê ya ku qetlîam kirine bibêjin, ji bo Saleh Xidir Naso yê ku hatiye qetilkirin, sersaxî hatiye xwestin. Ne bi nedîtina qetlîama ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me dike, bi rakirina derfetên ji bo Tirkiyê, pêşiya van qetlîaman dikare were girtin. DYE di serî de em bang li hêzên navneteweyî dikin ku, bila êdî alîkariyê nedin êrişên TC’yê, tevdîrên wisa bigirin ku nehêlin bi êrişan Iraq parçe bibe.

Divê Başûr xwedî helwest be

Tê zanîn di hemû êrişên li ser Êzidî û Şengalê de roleke taybet a PDK’ê heye. Hêrsa wê ya li hemberî serneketina fermana 73’emîn, dixwaze pêşeng û gelê Êzidî di destê dewleta Tirk bide qetilkirin. Êzidî û Êzdiyatiya ku nehatiye tunekirin bûye kabûsa PDK’ê. Ji xeynî TC, PDK û DAÎŞ’ê tu hêzeke din tuneye ku ji xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan ditirsin. PDK li Başûrê Kurdistanê rola xwe ya li hemberî gerîlayên azadiyê di êrişên TC’yê yên li ser Êzidiyan de jî pêk tîne. Em bang li gelê xwe yê Kurdistanê û bi taybetî jî bang li gelê xwe yê Başûr dikin ku li hemberî van êrişên PDK’ê helwesta we zelal bikin.  Em dixwazin diyar bikin heke di dem û ciha hewce de nerazîbûn nîşanî ev êrişên dagirker ên li Şengal, Mexmûr, Başûr, Rojava û her qadê were dayîn, wê ev tişt ji bo pûçkirina êrişan xwedî roleke mezin be.

Rejîma faşîst a Erdogan a ku hatiye asta hilweşandinê, ji bo ku temenê xwe dirêj bike, wê bi awayekî hovane êrişî gelê me û gelên herêmê bike û wê qetlîamên xwe bidomîne. Li hemberî van êrişên qirker em bang li gelê xwe yê Kurdistanê û hêzên Iraqê dikin ku helwesta xwe nîşan bidin û berpirsyariya xwe pêk bînin.”

NAVENDA NUÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button