Jinên Şengalê bertek nîşanî girtina şandeya RJAK’ê dan

Şandeya RJAK’ê ya ji bo bîranîna şehîdên fermana 3’ê Tebaxa 2014’ an berê xwe dayî Şengalê di vegerê de ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatin girtin û 5 roje agahî ji wan nîne. Jinên Şengalê bertek nîşanî girtina jinan dan û gotin: “Jinên ji bo bîranîna şehîdên fermanê hatin gel me û êşên me parkirin hatine girtin birastî jî ev yek cihê şermê ye.”

Ji bo bîranîna Fermana 74’an ya 3’ê Tebaxa 2014’an bi ser civaka Êzidî de hatî ji gelek deveran endam û rêveberên saziyên civaki çun Şengalê û tevlî merasîma bîranîn bûn. Ji Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK) ê jî şandeyek ji bajarê Suleymaniyê  berê xwe da Şengalê û bi boneya êşa gelê Êzidî parkirinê tevlî merasîma bîranînê bû. Dema merasîm qediya şandeyên ji derve çubûn vegeriyan cihê xwe. Di vegerê de Şandeya RJAK’ê di ketina bajarê Hewlêrê de ji aliyê asayişa PDK’ê ve tê girtin û ev 5 rojin agahî ji endamên RJAK’ê  Xewla Mihemet Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmet Hesen nîne. Jinên Şengalê yên bi çuna şandeyan û li serdora xwe dîtina komên qelebalex ên piranî ji jinan pêkdihatin hêz girtin û carekdinê jî dîtin ên bi wan re heman êşê par dikin jinên ji her devera Kurdistanê ne li hemberî vê bûyerê nerehetiya xwe nîşandan. Jinan kiryarên PDK’ê yên girtina 3’ê endamên RJAK’ê ku tenê sedema girtina wan serdana Şengalê kiribûn weke helwestek ne di xezmeta kurdan de nîşandan. Jinan diyar kirin ku ji bo PDK rastiya xwe ya 3’ê Tebaxa 2014’an ku Şengal hêlan û reviyan binuximîne jinan armanc dike. Endam û rêveberên Tevgera Azdiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bilêv kirin ku ewê li hemberî girtina jinan bêdeng nemînin.

Di fermanê de Şengal hêlan, niha jî yên serdana Şengalê dikin digirin”

Endama Koordinasyona TAJÊ Xoxê Cindî girtina şandeya RJAK’ê wiha nirxand: “Em kirinên PDK’ê yên li beramberî hevalên xwe yên jin ku di salvegera fermanê de ji başurê Kurdistanê, ji bo êşên me par bikin, berê xwe dabûn Şengalê, napejirînin. Jinên Başurê Kurdistanê roja fermanê, ku tevahî gelê me weke roja reş dibîne êşên me parve bikin hatibûn Şengalê, ger ev jî sedema girtinê be diyare PDK birastî jî dijminatiya jinan dike, ji bo wê ye jinan dike hedef.  Ji xwe hewla wan heye werin Şengalê jî, lê em weke jinên Êzidî yên dijminiya jinan dikin weke dujminê civaka xwe jî dibînin, ji bo wê em tucarî wan li ser axa xwe na pejirînin. 12 hezar pêşmerge di Şengalê de bû dema fermanê nêzîkatiya wan bûn sedema kuştin, revandin û wenda kirina jinên Êzidî. Ger aqilyeta wan wiha be ji wan ne dure kesên ji bo civaka Êzdî xwebat dikin, yan jî piştgirî didin jî bigirin û wenda bikin. Ji ber di fermanê de wan sekna xwe ya li bermberî civaka me dan diyar kirin. Belkî gelek kesên rastiya PDK’ê nebêjin hebin lê em jinên Şengalê tirsa me ji tu kesê nîne emê heya dawî li beramberî dijminê civaka xwe û hevalbendên wan têkoşîna xwe ya mafdar bidin meşandin. Em bang li PDK’ê dikin ku destê xwe ji Şengalê bikişîne, ne Şengal Şengala berê ye ne jî gelê wê yê berê ye.”

“Girtina jinan cihê şermê ye”

Endama TAJÊ Rîhan Xidir jî di derbarê girtina endamên RJAK’ê de ev tişt got: “Jinên Başurê Kurdistanê ji bo bibin havalên êşên me di salveger fermanê de hatibûn Şengalê. Di wê rojê de me bi hev re ji fermana qetilkirina jinan re got na û ji bo tevahî cihan fermanê erê bike me bangawazî kir. Mixabidin dema hevalên me vegeriyan cihê xwe  di ketina Hewlêrê de ji aliyê asahyişa PDK’ê ve hatin girtin. Em van nêzîkatiyên PDK’ê şermezar dikin. Ger PDK ji kirinên xwe netirsiyaba nêzîkatiyek wisan nîşan nedida, ji ber dizanin li bermberî fermana li ser Şengalê sucdarin ji bo wê ye ewqas bertekan nişan didin. Bila baş bizanin çî dibe bila bibe emê heya dawî îxaneta PDK’ê ya di fermanê de ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Tirsa me ji kesekê û ji tu hêzan nîne, ji ber em êdî hêzin. Ev tişta PDK’ê kirî fermanê tine bîra mirovan, yanî aqilê mirovan nagire çima bi çi sedemê ew jin girtine. Ev cihê şermê ye.”

ŞENGAL

https://www.youtube.com/watch?v=6e6Ddref-9s&t=7s

Show More
Back to top button