‘Jinên Êzidî û Ereb bi hev re li dijî dijminên jinê têdikoşin’

Jinên Êzidî û Ereb roja têkoşînê 8’ê Adarê li hemû jinan pîrozkirin û gotin “Jinên Êzidî û Ereb bihevre li dijî dijminên jinê têdikoşin. Ev roj ji bo me weke roja têkoşîn û hêviyêye. Ji bo em dijminên xwe têk bibin, pêwîste em dest bidin hev.”

‘Ji piştî fermanê ve em 8’ê Adarê pîroz dikin’

Hevseroka Meclîsa Gel a Komelgeha Guhbelê Zozan Şengalî 8’ê Adarê li jinên Êzidî û Ereb pîroz kir û wiha axivî: “Jinên Êzidî ji saya Rêber Apo, hemû rojên xwe pîroz dike. Em roja 8’ê Adarê ji bo xwe girîng dibînin. Ji dema fermanê ve em jî vê rojê weke roja xwe dest digirin û pîroz dikin. Jin di vê rojê de serî hildan. Divê em jî serî hildin. Beriya fermanê me nedikarî tiştek ji xwere bikin. Hemû rojên me bi zilmê derbas dibûn. Lê piştî fermanê, me jî vê rojê weke roja xwe qebûl kir û pîroz kir. Ez 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim.”

‘Ji bo em dijminê xwe yê hevbeş têk bibin, divê em dest bidin hev’

Endama Rêveberiya TAJÊ Dayê Emşê Gorgork jî îşaret bi qetilkirina jinan di roja 8’ê Adarê de û wiha axivî: “Di roja 8’ê Adarê de jin di komkujiyê re derbasbûn. Beriya fermanê me vê rojê bibîr ne di anî. Lê piştî fermanê guhertin çêbû, jinên Êzidî karîn li hember dijminê jinê rabin ser xwe. Em û jinên Ereb bihevre li dijî dijminên jinê têdikoşin. Ez vê rojê li gerîlayên serê çiyê, YJŞ’ê û hemû saziyên Rêveberiya Xweser pîroz dikim. Ji bo ev dijmin têk biçe, pêwîste jin deste xwe bidin hev.”

‘Ji bo me roja hêvî û têkoşînê ye’

Sûham Casim endama Meclîsa Jinên Ereb ya Bîrcarî jî diyar kir, roja 8’ê Adarê roja têkoşîn û hêviyêye û got: “8’ê Adarê roja têkoşîn û hêviyê ye. Ji ber fikir û felsefeya Rêber Apo, em dikarin 8’ê Adarê pîroz bikin. Em ser vê felsefeyê fikirîn, me meclis û saziyên jinan bi saya fikrên Rêber Apo ava kir. Em roja 8’ê Adarê li hemû jinên Kedkar pîroz dikin.”

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button