Şahidê Fermanê: Bila gel vegere Şengalê, ciwan jî xaka me biparêzin

Yêk ji şahidên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an Pîr Xwedêda bal kişand ku hêzên terka wan kiriye, ew bi komkujiyê re rû bi rû hiştine, pêwîste hesab bidin. Pîr Xwedêda bang li tevahiya Êzidiyan kir ku vegerin Şengalê û ji ciwanên Êzidî jî xwest ku xaka xwe biparêzin.

Pîr Xwedêda ji bajaroka Xanesorê ya Şingalê ye. Di dema fermanê de ew jî liser xaka xwe bû. Li gorî Pîr Xwedêda di sala 2014’an di navbera 14 -15 hezaran de Peşmerge li Şengalê bûn. Her wiha hêzên Iraqê jî li sînorên Şengalê bûn. Lê bi destpêkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re hemûyan terka Şengalê kirin û Êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê re hiştin. Bi gotina Pîr xwedê da gelê Êzidî xwe wekî pezê di nava guran de dît.

Di encama paşvekişandina hêzên pêşmerge û yên Iraqê de, bi hezaran Êzidî di nava pençeyên DAIŞ’ê de man. Bi hezaran hatin qetilkirin, hezaran jin, zarok û zilam hatin revandin, bi sed hezaran koçber bûn. Pîr Xwedêda bal dikşîne ser rewşa xelkê Êzidî yên koçber, êş û azarên wan kişandin.

‘PDK’ê pir zilm li me kir’

Pîr Xwedêda behsa nêzîkahiyên PDK’ê yên li hemberî Şengalê dike û dibêje “Gelek ciwanên Êzidî leşkerî ji wan re kirine. Lê wan zulm li me kiriye. Di dema desthilata wan de hêjmarek mezin a Êzidiyan di zîndanên Musul de hatine girtin, gelek jî hatine kuştin. Bi sedan kes ji bo venegerin malên xwe hatin astengkirin û hinek ji wan jî hatine kuştin. Gelek Êzidî ji bo ku neyên kuştin, xwe neçarî Başurê Kurdistanê û kampan kirin. Gelek kes dema xwestine vegerin hatine girtin. Hêzên PDK’ê xwestine civaka Şengalê bê çêk û parastin bihêle. Em vê yekê şermezar dikin. Xelkê me bazdan Kurdistanê, lê wan dest danîn ser çekên xelkê me, ev jî qirkirinek bû. Hêj wê demî xayîntî li miletê Êzidî kirin. Di serî de pêşmergeyên PDK’ê vê yêkê dikirin. Tirêmpêlên eskerî di anîn û bi zorê çekên cîwanên me digirtin. Çend hatine girtin û kuştin dikare bi rêya wezareta Iraqê bê zanîn.”

‘Heta îro jî hesap nehatiye pirsîn’

Pîr Xwedêda da zanîn ku Şengal di encama berxwedanek mezin a gelê Êzidî de hatiye rizgarkirin, niha aramiyek lê heye, lewma gotinên wekî, “Li Şengalê ewlekarî nîn e, lewma gelê Êzidî yê li kampan dimîne, ji ber ewlekariyê venegare” ne rastin. Pîr Xwedêda acizahiya xwe ya li hemberî van gotinan wiha tîne ziman: “Beriya fermanê Şengal di destê peşmergeyên PDK’ê de bû. Fermana 03’yê Tebaxê di encama xayîntîya li Êzidiyan hatiye kirin pêk hat. Eger Êzidiyek bêje ‘heta pêşmerge venegerin em jî venagerin’ ew ne Êzidî ne. Sedema ewqas qetilkirin, zilm, zordarî, revandina ewqas xwîş û birayên me ew bûn. Ma em nizanin sebeba fermanê Barzanî bû. Ma em nizanin sebeba fermanê ew pêşmerge û mesulên mezin yên ku ew paşve kişandin bûn. Heya îro jî hesaba wê nehatiye pirsîn.”

‘Bila ciwan parastina xaka xwe bikin’

Pîr Xwedêda balê dikişîne ku piştî avabûna Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û saziyên xizmetguzarî yên girêdayî wê, xizmetguzarî ji bo gel tê kirin, lê ev têrî nake, ji bo avakirina Şengalê pêwîstî bi desteka hikûmeta Iraqê jî heye.

Di dawiya nirxandinên xwe de Pîr Xwedêda bang li cîwanên Êzidî kir ku her daîm di xizmeta milet û axa Şengalê de bimînin û got: “Em nikarin miletê xwe kêm bikin. Xortên me di kîjan hizban de bibe bila bibin, lê bila parastina xaka xwe, dayîka xwe, xwîşka xwe bikin. Wê demî keyfa me jî yê bi wan were.”

 ROJEWSBÊRÎVAN ŞENGALÎ – ŞENGAL

Show More
Back to top button