Sazî û Rêxistinên Şengalê: Me çawa di Xanesorê rê neda PDK’ê, emê niha jî rê nedin!

Di salvegera êrişa koma çete ya Roj a ya ser bi PDK’ê ya dijî Xanesorê de, sazî û dezgehên Şengalê bi pêşengiya Desteya Rêveber a Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin, PDK bi her cûreyek xiyaneta xwe dewam dike û ev peyam hate dayîn: “PDK’ê xwest li Xanesorê komkujî pêkbîne, lê gelê me û şervanên xwe ev komkujî şikandin. Lê dîsa nesekinî û bû sedema şehîdbûna gelek pêşengên civaka Êzidî. Ew dest ji xiyanetê berneda, em jî soz didin şehîdên xwe heya Şengaleke Xweser û Azad ava nekin, emê nesekinin.”

Di daxuyaniyê de şehîdên berxwedana Xanesorê hate bîranîn û wiha hate gotin: “Civaka me ya Êzidî di gelek fermanan re derbas bûye, fermana herî dawî jî ji ber PDK’ê pêkhat. PDK ti carî nexwestiye civaka me ya Êzidî li ser piyê xwe bisekine, timî dixwaze dibin desthilatdariya xwede bigire. Civaka me timî bi hevkariya şervanên xwe van li hember van êrişan li berxwe bide.”

‘PDK me hişt û çû, gerîla bi me ve hat’

Di dewama daxuyaniyê hate gotin ku ji ber gerîla bi hawara civaka Êzidî ve hat û fikra Apoyî li nava civaka Êzidî de pêşket, zora wê çû û wiha hate gotin: “12 hezar pêşmergeyên PDK’ê di dema fermana 2014’an de reviyan. Lê 12 siwarî xwegihandin civaka me, li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Ev jî hêviya jiyanê ji nûve di nava civaka me de şînkir. Hişt ku civaka me xwe li ser fikre Rêber Apo perwerde bike. Ev yek ne di berjewendiya PDK’ê de bû, ji ber bi salan civaka me ji bo xwe bikardianî. PDK tehemûla vê yekê nekir û bi navê, ‘Pêşmergeyên Roj’ xwest careke din derbasê Şengalê bibe. Lê zarokên Êzidî yên şahidiya xiyaneta PDK’ê ya di fermanê de kiribûn, rê naedan derbasê Şengalê bibin. Bi vî awayî 3’yê Adarê jî PDK careke din xiyaneteke din li civaka me kir û bi awayeke hovane êrişê civaka me kir.

Xwest komkûjî pêkbîne

PDK xwest li Xanesorê komkujiyê pêkbîne, lê civaka me asteng kir. Tevî nerazîbûnên jî xwest bi reşandina guleyan navbera Rojava û Xanesorê bigirin. Di serî de dayîk û jin, tevahiya gelê me bi berxwedaniya xwe pêşî li vê xiyanetê girtin û bi PDK’ê jî dan îspatkirin ku civaka Êzidî ne weke berêye. Di encama êrişên dewleta Tirk de hevalê Orhan, Çekdar, Nazê, Şoreş, Nûjiyan, Têkoşîn, Amed û hevalê Arif şehîdbûn. Ev şahadet nehişt gel gav bi paş ve biavêje, berovajiyê wê hêrsa gel mezintir kir.’

PDK’ê dest ji xiyanetê bernedaye

Ji wê rojê heya roja me ya îro PDK’ê dest ji xiyaneta xwe berneda, ji ber ku dixwaze di nava Şengalê de cihê xwe bi hevkariya dewleta Tirk bide çêkirin û di encama hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê de gelek hevalên me gihîştin asta şehadetê. Gelek pêşengên me yên mîna Heval Zekî, Seîd,Zerdeşt,Dijwar,Çeko û herî dawî jî Heval Sadûn şehîdbûn.”

‘Emê destkefiyên xwe biparêzin’

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin; “Emê destkeftiyên xwe di çarçoveya qanûnên navnetewî de biparêzin. Divê dewletên navnetewî û NY li hember van êrişên li ser civaka me hişyar be û bêdeng nemîne. Em di çarçoveya hiqûqî û çandî de destkefiyên xwe diparêzin. Em rê nadin, careke din civaka me di fermanan re derbas bibe. Em soz jî didin şehîdên xwe heya Şengaleke Xweser û Azad ava nekin, emê dest ji vê dozê bernedin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên wekî, ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

ROJNEWS ŞENGAL

Show More
Back to top button