Parlementoya Belçîkayê komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kir

Parlementoya Belçîkayê qirkirina Êzidiyan a sala 2014’an a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, qebûl û mehkûm kir. Pêşnûme li parlementoyê bi piraniya dengan hate erêkirin

Berî niha meha Hezîranê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê, pêşnûme biryara li ser naskirina Qirkirina Êzidiyan bi yekdengî qebûl kiribû. Parlementoya Belçîkayê jî pêşnûme bi piraniya dengan erê kir.

Pêşnûmebiryar 14’ê Tîrmheê kete rojeva Meclîsa Nxwneran a Balçîkayê. Piştî nîqaşê bi rojekê û şûnde, şeva 15’ê Tîrmehê kete dengdanê.

Pêşnûme bi pêşengtiya Parlemeter Georges Dallemagne ji aliyên Koen Metsu, François De Smet, Malik Ben Achour, Michel De Maegd et Samuel Cogolati, Mmes Els Van Hoof, Goedele Liekens et Vicky Reynaert û Wouter De Vriendt ve hatin pêşkêşkirin.

Piştî dengdanê pêşnûmeya qirkirinê bi desteka hemû koman hate erêkirin. Berî dengdanê Parlementer Koen Metsû ji ANF’ê re axivîbû û gotibû: “Wê her kes dengê xwe bide. Em bi ser ketin.”

Di dema nîqaşê de ji Demoktên Xiristiyan CHD’ê Georges Dallemagne bal kişand ku beriya salvegera qirkirinê 3’yê Tebaxê ketina dengdanê pir girîng e û got: “Li ser rûyê cîhanê li dijî komeke biçûk a civakê pêkhatina sûcek wiha pir bi hovîtî ye. Em qala nêzî yek milyon mirov dikin. Ev civaka berî niha nedihate nasîn îro belavî Rojhilata Navîn û Ewropayê bûne. Civakeke ku tim di dîrokê de êrîş li ser hatiye kirine. Ya girîng ji bo mirovahiya me ew e ku, mîna hemû civakan, civakeke li ser ronahiya koka xwe ne.”

Ji partiya nîjatperest a Flaman N-VA Koen Metsû jî kêfxweşiya xwe ya ji destekdayîna pêşnûmeyê anî ziman û got: “Ev di nava siyasetê de ji nû ve bawerî da min. Ev biryar dibe hemû pirsgirêkê çareser neke, lê hê jî di destê DAIŞ’ê de 2 hezar û 500 jin û zarok hene.”

Metsû ji hikûmetê daxwaz dikin ku demek berî demekê ‘planeke lihevhatî pêş bixe’ kir.

Ji partiya Derdor Ecolo Samûel Cogolatî êrîş weke qirkirin pênase kir û got: “Helwesta me ya vala val sekinînê nîne, vê hovîtiyê ne tenê weke sûceke li dijî mirovahiyê, heman demê weke qirkirin nasandin (…) pêkanîna edalet, ketina tevgerê, ji wan hesab xwestin, dîsa ji bo berpirsên sûcên qirkirinê bên darezandin, divê her tiştî bikin.”

Ji partiya Sosyalîst Chrîstophe Lacroîx jî got: “Ji saziyên xwe daxwaz dikin ku qirkirina li ser Êzidiyan hatî kirin nas bikin, ji ber ku hêza ku demek dirêj ji hemû civakê dihate xwestin, sembolîk û di asta siyasî de xwedî nîtelîke.”

Sucên hatine kirin

Di pêşnûmeya bi zimanê Fransî û Flamanî ya ji 10 perî pêk tê de sûcên li ser Êzidiyan hatiye rêzkirin.

Di pêşnûmeyê de bal kişandine ser van xisûsan: “sala 2014’an û vir ve DAIŞ’ê di serî de Êzidî, Asûrî, Suryan, Keldanî, Şebek, Tirmen, Kurd, Elewî, hevzayendî, Misilmanên Sunî yên li derveyî helwestên li dijî hiqûqên dewleta îslamî û komên din kirine hedef.

Di nava van zilman de bi taybet yên Êzidî kirin hedef, bi awayekî sîstematîk û tundraw, bi pername û sîstematîk mêr qetilkirin, firotin şef û leşkeran, piştre keç û jinên ciwan li berdêla fîdyeyek mezin a malbatan weke koleyên zayendî hatin bikaranîn, êşkencekirina jinan a ji ber serê xwe vekiriye, jin,mêr û zarok bi zindî veşartin, zarok fêrî madeyên hişbir kirin, bi zorê kirina misilman, vegerandina leşkeran. Baxçeyên fêkiyan ên van girseyan hatin şewitandin, lawirên wan hatin dizîn, li qadên çandinê mayîn hatin çandin.”

Daxwazên ji hikûmetê

Sûcê qirkirinê li dijî Êzidiyan ku DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê, ji sala 2014’an û vir ve dike, nas dike û mehkûm dike;

Daxwazên ji hikûmetê hatin kirin ev in:

1-Hemû rêz û rêbazên yasayî yên navxweyî û navneteweyî bikar bîne da ku tawana jenosîdê ya ku DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan li Iraqê û Sûriyê kir teqez bê ceza nemîne;

2-Teşwîqkirin û destekdayina hewldanên dadweriya Belçîka ya ji bo destnîşankirin û darizandina sûcdarên Belçîkî yên muhtemel ku li dijî civaka Êzidî sûc kirine;

3-Bi Êzidiyên ku dixwazin vegerin gund û bajarên xwe bibin alikar; bi taybetî daxwaz bê kirin ku peymana di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê re hatiye çekirin, bê bicihanin; Jibo vê yekê jî pêşniyara ‘çavdêriya navneteweyî ya peymanê’ bê kirin.

4-Destekdayina ji nû ve avakirina bajar û gundên hatine hilweşandin.

5-Alîkariya mirovî ya taybet pêşkêşî kesên ku rastî tundiya zayendî, koletî û kiryarên din yên dermirovî hatine bê kirin.

Yên weke qirkirin naskirine

Qirkirina Êzidiyan hê li Konseya Ewlekariya NY’yê û ji aliyê dadgehek navneteweyî ve nehatiye qebûlkirin. Lê tîmeke lêpirsînê ya NY’yê gihişte wê yekê ku qirkirin e.

Parlemetoya Ewropa, Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê, Meclîsa Nûneran a DYE’yê, hovîtiya DAIŞ’ê ya li Êzidiyan wek qirkirin nîşan da.

6’ê Tîrmehê pêşnûmeya Parlementera yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan a Holanda (CDA) ku pêşkêşî Parlamentoya Hollandayê kiribû, Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî ya Şengalê weke jenosîd, ango qirkirina Êzidiyan nas kir.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button